Galeriya wêneyan

19-01-2023
17 Photos
Omer Sonmez

Rojnamevanê navdar ê Ermenî Hrant Dînk, di 16emîn salvegera kuştina xwe de li Stenbolê hat bibîranîn.

Rojnamevanê navdar ê Ermenî Hrant Dînk 19ê Çileya 2007an li ber avahiya rojnameya Agosê ya li navçeya Şîşliyê ser bi Stenbolê ve hatibû kuştin. Kuştina rojnamevanê navdar li navxwe û derveyî Tirkiyê gelek karvedan li pey xwe anîbûn û rastî nerazîbûneke mezin hatibû.

Hejmreke parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn û kulîlk danîn li cihê ku Dînk lê hatibû kuştin.

Wêne: Omer Sonmez