Rêveberê KONDAyê: HDP û dengdêrên Kurd dixwazin rêz li wan bê girtin û mafdar in

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kompanya Lêkolînan a KONDAyê Bekir Agirdir ragihand ku nakokiyên di nav opozîsyona Tirkiyê de dê bibin sedema wendakirina hilbijartinê.

Bekir Agirdir got: “Mirov dema li rêknexistina diyaloga ligel maseya şeş partî û helwêsta desthilatê dinêre, ji nîşandana berbijêrekî serokkomariyê ji aliyê HDPê ve têdigihe. Lê eger aloziya di navbera opozîsyonê de zêde bibe dê her kes wenda bike.”

Agirdir dibêje: “Eger maseya şeş partî bi opozîsyonê re nikaribe berbijêrekî hevbeş destnîşan bike, dê wenda bike. HDP û dengdêrên Kurd dixwazin rêz li wan bê girtin û di pêvajoya jinûve avakirinê de cih bigrin û mafdar in. Divê HDP jî ji tirsên maseya şeş partî û Kurdan têbigihe. Eger alozî bê zêdekirin dê ev lîstik bê wendakirin.”

Rêveberê Kompanya Lêkolînan a KONDAyê Agirdir da zanîn ku dengên desthilat û opozîsyonê bi awayekî krîtîk nêzîkî hev in û got: “Maseya şeş partî ji hev belavbûyî diyar dibe û dengdêr wiha difikirin ku stratejiyeke wan a hevbeş nîne.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh ragihand ku dê hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê yên Tirkiyê 14ê Gulana 2023ê bên kirin.