Tîmeke Tirkiyê girêbesta futbolîstê Kurd betal kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Gençlerbirligisporê ya Tirkiyê, piştî bi futbolîstê Kurd Rodîn Cem Deprem re girêbest îmze kir bi rojekê girêbesta wî betal kir. Hat îddiakirin ku ji ber hatiye zanîn Rodîn Cem Deprem Kurd bûye girêbesta wî hatiye betalkirin.

Tîma Gençlerbirligisporê, roja 17ê Çileya 2023ê bi futbolîstê Kurd Rodîn Cem Deprem re bo sal û nîvekê girîbest îmze kir û futbolîstê Kurd bi tîma Gençlerbirligisporê re dest bi rahênanê kir.

Tîma Gençlerbirligisporê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Me doh ji raya giştî re ragihandibû ku me bi Rodin Cem Deprem re li hev kiriye, lê ji ber em bo dema girêbestê pêk nehatin, me bi lîstikvan re bi awayekî du alî girêbesta xwe betal kir.”

Yek ji endamên Kongreya Gençlerbirligisporê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji bianetê re got: “Tekane hinceta ku girêbesta Rodîn Cem Deprem hat betalkirin Kurdbûna wî ye û ji ber pêştir di tîma Dalkurdê de lîstiye.”

Ew endamê kongreyê dibêje, Gençlerbirligisporê piştî ku fêr bû Rodîn Cem Deprem Kurd e hinek lêkolîn kirin û dema dît ku li Dalkurdê jî lîstiye biryar da girêbestê betal bike.

"Dalkurd wek tîmeke terorîst tê dîtin"

Endamê kongreyê diyar kir ku Gençlerbirlîgî paşê pê hesiya ku Deprem Kurd e û lêkolîn li ser kirine û dema dîtine ku ew di Dalkurdê de lîstiye, biryara bidawîkirina girêbesta Depremê hatiye dan.

Wî herwiha got:

“Hesaba fermî ya Twitterê ya Gençlerbirligi tweet kir, 'Bi Rubin Cem Deprem re girêbest hat îmzekirin', lê navê lîstikvan xelet nivîsandin. Me got navê lîstikvan xelet e, wan ev twît jêbir. Piştre wêneyê îmzekirina girêbestê hat parvekirin, di wêneyê de Serokê Gençlerbirliği pir aciz bû.

Li ser medyaya civakî gelek bertekên wek 'ev zilam di Dalkurdê de lîstiye, ew tîmeke terorîst e te çima kirî' hatin kirin. Hat îdiakirin Dalkurd ku di lîga sêyemîn a Swêdê de dilîze, tîmeke terorîst e.”

“Dema hat zanîn ku ew Kurd e, girêbesta wî betal kirin”

Endamê Kongreya Gençlerbirligisporê herwiha diyar kiriye:

“Dema ku klûb lêkolînek din kir, hîn bûn ku Amedspor mehek berê lîstikvanê futbolê dixwest, lê nekarîn li hev bikin. Dema Dalkurd û Amedspor lê zêde bûn nîqaş dest pê kirin. Rêveberiyê, ji ber ku Dalkurd logoyeke dişibihe Ala Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikar aniye û nîgeraniyên ji ber bertekan girêbest betal kiriye.

Li ser reaksiyonê, ew dibêjin ku peyman ji ber şert û mercên aborî hate betalkirin, lê ev tam tehlîlek e, ev lîstikvan nehat ceribandin, ew çû perwerdeyê. Wek lîstikvan hat wergirtin lê dema hat hînbûn ku ew Kurd e, ji ber hincetên wek berteka alîgiran girêbesta wî betal kirin.”