Hrant Dink hat bîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevanê navdar ê Ermenî Hrant Dînk, di 15emîn salvegera qetilkirina xwe de li Enqerê hat bîranîn.

Rojnamevanê navdar ê Ermenî Hrant Dînk 19ê Çileya 2007an li ber avahiya rojnameya Agosê ya li navçeya Şîşliyê ser bi Stenbolê ve hatibû kuştin. Kuştina rojnamevanê navdar li navxwe û derveyî Tirkiyê gelek karvedan li pey xwe anîbûn û rastî nerazîbûneke mezin hatibû.

Înîsiyatîfa Bîranînê ya Hrant Dink a Enqerê û Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqerê di 15emîn salvegera qetilkirina wî de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Enqerê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan di bîranînê de got: “Berî 15 salan kuştineke agir bi dilê me xist rû da û me Hrant ji dest da. Lê di rastiyê de me wicdana xwe ji dest da. Bi salane em li wicdana xwe digerin. Berî edalet û heqîqetê pêwîst e mirov xwedî wicdan be. Hrant dixwest gel di nav aştiyê de bijîn. Dixwest di demên borî de çi qewimiye bê lêkolînkirin û bê zanîn. Dixwest bi rastiya komkujiyê re rûbirû bibin.”

Nivîskar û akademîsyen Fikret Başkaya jî got: “Eger kiryarê kuştina siyasî dewlet bi xwe be, nê pêkan e rastî derkeve holê. Hrant Dink rojnamevanekî opozîsyon ê Ermenî bû û her wext rastiya Komkujiya Ermeniyan dianî ziman. Ew ji ber ku opozîsyonekî Ermenî bû hat kuştin, çawa ku Tahir Elçi jî ji ber Kurd bû û opozîsyon bû hat kuştin.”

Parlamentera HDPê ya Enqerê Filiz Kerestecioglu jî got: “Êşa me hinekî jî kêm nebû. Me mirovê herî aştîxwaz û xwedî wicdan ê vî welatî ji dest da.”