Ji Ayhan Bîlgen sînyala avakirina partiyeke nû

19-01-2021
RÛDAW
Nîşan Ayhan Bîlgen HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Qersê yê berê Ayhan Bîlgen ê ku niha girtî ye, di peyamekê de ragihand ku li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye.

Bîlgen li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kiriye û gotiye: “Li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye. Divê bingeha vê ya rewşenbîrî û civakî bê afirandin. Îhtimala vê ya veguhertina bo partiyeke siyasî, girêdayî eleqe û îmkanan e.”

Bîlgenê ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobaniyê” de girtî ye, berê jî rexneyên tund li Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) girtibû.

Bîlgen di rexeneyên xwe de amaje bi vê yekê kiribû ku HDP Tirkiyebûneke berevajî dijî û mezinbûn di pêvajoya çareseriyê de mayînde hesibandibû û vê yekê jî wek serkeftineke şexsî nirxandibû.

Ayhan Bîlgen dema hevserokê şaredariya Qersê bû ji kar hatibû dûrxistin li cihê wî qeyûm avêtibûn ser şaredariya Qersê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst