KESK: Divê CHPê cidîtir li ser perwerdeya Kurdî bisekine

19-01-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
CHPê komxebatek li ser sîstema perwerde ya Tirkiyê encam da
CHPê komxebatek li ser sîstema perwerde ya Tirkiyê encam da
Nîşan CHP Perwerdeya Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) li navenda giştî ya xwe, korbendek li ser sîstema perwerde ya Tirkiyê encam da, di korbendê de behsa sîstema perwerdeya Tirkiyê bi şêwekî giştî hat kirin, yek ji xalên ku komisyona korbendê amaje pê kiriye jî ew bû ku sal bi sal li Tirkiyê perwerdeya sekûler û zanistî kêm dibe û li şûna wê sîstemeke mihafezakar tê bicihkirin. Li aliyê din rexne di derbarê Kurdî de li CHPê tên kirin ku di korbenda xwe de qet cih nedaye perwerdeya Kurdî.

CHP di demekê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu biryara vekirina kursên zimanê Kurdî pesend kiriye, li Enqerê korbendek li ser sîstema perwerdê encam da ku di vê korbendê, mijara Kurdî û perwerdeya zimanên ji bilî Tirkî, tenê weke karekî sendikayan û saziyên civakî hat binavkirin.

Derbarê mijarê de Serokê Komisyona Perwerdê yê CHPê Yildirim Kaya ji Rûdawê re got: “Eger hemwelatiyên bixwazin xwe fêrî zimanê xwe yê dayikê bikin, şaredariyên me amade ne ku xizmeta wan bikin, şaredariyên me dikarin kursan vekin, di vê derbarê de yasa heye û yasa ji aliyê AK Partiyê ve hatiye qebûlkirin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yek ji sendikaya herî mezin a Mamosteyan Egitim – Sen e ku ew jî girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkaran (KESK) ye, berdevkê wê jî weke yek ji beşdarê korbendê, daxwaz ji CHPê dike ku bi şêweyekî cidîtir li ser mijara Kurdî bisekine.

Berdevkê KESKê Mehmet Bozgeyîk dibêje: “Pêwîst bû ku CHP di v korbenda xwe de lê kêleka perwerdeyeke sekûler û zanistî giringî bi perwerdeya bi zimanê dayikê jî bide, ev yek pêwîstiyeke civaka Tirkiyê ye.”

Yek ji rexneyên herî zêde ji korbenda CHPê hatine kirin jî ew bu ku di korbendê de çi mamosteyên   Kurdî û nunerên Kurdan nehatine vexwandin.

Parlementera HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Êdî ne bi kurs û komxebatan, lazim e di asta fermî de Kurdî hebe, lazim e zimanê kurdî li kêleka zimanê Tirkî weke duyem zimanê fermî were qebûlkirin.”

Aligirên HDPê jî daxwaz ji CHPê dikin ku giringiyê bi Kurdî bide û ne tenê li Stenbolê li şaredariyên din yên CHPê jî kursên Kurdî bêne vekirin.

Endama HDPê Husna Demîr jî anî ziman: “Ji destpêkê ve heta niha em li bendê bûn ku CHP helwesteke baş bo Kurdî hebe, lê heta niha ne ji serokê wan ne ji endamên wan qet tiştek di xêra Kurdî de nekirine.”

Endama HDPê Zeyno Bayramoglu jî dibêje: “Ya rastî ez wisa difikirim ku eger mijara Kurdî di rojevê de be û xebatek were kirin, lê HDP di nav wê xebatê de nebe, ev xebat bi serkevtî nabe.”

Di Korbenda CHPê ya di derbarê  sistema perwerdê de mijarên weke  bername, naveroka pirtûkên dersan, kêmasiya mamosteyan û dibistan hatin gotûbêjkirin, Komisyona Perwerdê ya CHPê dê rojên pêşiya me rapora xwe berfireh li ser encamên korbendê ji raya giştî re aşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst