Şêwirmendê Erdogan: Her dem dibe ku em derbasî nav Efrînê bibin

19-01-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yasin Aktay Şêwirmendên Erdogan Efrîn Êriş Sûriye
A+ A-
 

Stembul (Rûdaw) – Şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan ê Serokomarê Tirkiyê, Yasin Aktay ji Rûdawê re ragihand: “Tirkiye îro be yan sibê yan jî çend demjimêrên din, dê êrişî Efrînê bike.”

 

Yasin Aktay di vê daxuyaniya li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa ciyawaziya helwêstên Rûsya û Amerîkayê yên derbarê operasyona Efrînê de kir û got: “Rûsya baştir ji amerîkiyan têgihîştin heye.”

 

Di bersiva pirsa, “derbarê operasyona Efrînê de hinek raporên medyayî hene ku dibêjin hêzên Rûsyayê ji Efrînê vekişiyane û Rûsya glûpa kesk ji operasyona Tirkiyê re hil kiriye, gelo ev rast e? Tu dikarî vê yekê piştrast bikî?”, Yasin Aktay dibêje: “Li gorî min ji aliyê Rûsî ve têgihîştineke baş heye derbarê Tirkiyê de. Me pêzanîn heye bo helwêsta wan, di dema wan pêşhatan de ku li deverê çê dibin. Ew helwêst  û pêgeha Tirkiyê dêm dikin. Ew dizanin ku tekez Tirkiye niyeta dagîrkirina beşek ji axa Sûriyê nîne, lê belê ya ku Tirkiye pêk tîne, tenê bo berevanîkirina ji xwe ye. Gefek rasteqîn û gelek zelal li ser Tirkiyê heye. Ti guman têde nîne ku PYD dirêjkiriyê rêxistina terorîstî ya PKKê ye. Nabe ku rê bi rêxistineke terorîstî were dan, ku li ser sînorên Tirkiyê be. Çekdarkirina PYDê û hebûna wan a zêde li ser sînorê Tirkiyê, rewatî û hincetê didin Tirkiyê, ji bo ku her karekê bike, ji bo berevanîkirina ji xwe.”

 

Şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan ê Serokomarê Tirkiyê herwiha di bersiva pirsa, “têkildarî mijara Efrînê  tu zêdetir bi helwêst û têgihîştina Rûsyayê kêfxweş bûyî yan a Amerîkayê?”, diyar kir: “Tekez hevpeymaniya Rûsî li herêmê gelek hêjayî têgihîştinê ye. Ew zêdetir hevsoz in li gel helwesta Tirkiyê û me pêzanîn heye. Ew têdigihin ku Tirkiye niha hatiye neçarkirin ku vê yekê bike. Hatiye neçarkirin ku hemû rêkaran li dijî gefên terorîstî pêk bîne. Mixabin aliyê amerîkî ji vê yekê fêm nake, ku ti ciyawaziyek nîne di navbera PYD û PKKê de. Heta ti ciyawazî nîne di navbera PYDê û DAIŞê de.”

 

Rûdawê herwiha ji Şêwirmendê Erdogan pirsî, “îro Wezîrê Berevaniya Tirkiyê got, operasyon dest pê kiriye, çimku Tirkiye hinek pêgehên YPGê li Efrînê topbaran kiriye, gelo tu pêşbînî dikî êrişa temam a Tirkiyê bo ser Efrînê di navbera çend demjimêrên din de çê bibe?”, û Yasin Aktay di bersiva vê pirsê de destnîşan kir:

 

“Ez nizanim di navbera çend demjimêrên kêm ên bihê de çê dibe yan na, lê belê cara dawîn em dikarin pêşbîniya wê yekê bikin ku îro yan rojeke din yan du sê demjimêrên din biqewime. Tirkiye her kareke pêwîst dike ji bo jinavbirina gefên li ser sînorên xwe. Bi tekezî divê em wê yekê gelek zelal bikin ku Tirkiye ti niyeta dagîrkirina ti beşek ji axa Sûriyê nîne. Tirkiye tekezî li ser rêkevtinnameya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kiriye, ku di lûtkeya Soçî de hat kirin û têde hatiye, ku pêwsît e hemû hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin û ji nava wan jî yên Tirkiye, Rûsya û Îran.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst