ENKSê nerazîbûna xwe li ser operasyona Efrînê nîşan da

19-01-2018
Emîn Aba
Stenbol
Stenbol
Nîşan ENKS Nerazîbûn Efrîn Operasyon Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) Fuad Elîko nerazîbûn li ser operasyona Efrînê nîşan da û ragehand ku bi her êrîşeke ser Efrînê dê PYDê bihêztir bike.

 

Hikûmeta Tirkiyê amaje bi wê yekê dike ku bi hemû awayekî amade ye operasyona ser bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin. Naveroka operasyonê hê ne diyar e, lê li gor Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS), dê xeta vê operasyona ku tê behskirin, nekeve navenda bajarê Efrînê. Fuad Elîko dibêje ku armanca Tirkiyê ew e deverên Hêzên Parastina Gel (YPG) ji Artêşa Azad standine careke din ji wan werbigire.

 

Fuad Elîko li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: "Bi baweriya min hêzên Tirkiyê nakevin hundirê Efrînê. Şer bêhtir dê li deverên ku YPGê berê ji leşkerên Artêşa Azad standine bibe. Tel Rifa, Minix û gundên derdora wan,  şerê xurt dê li wan deran derkeve û wan deveran bistînin jî. Ez bawer im dê ev derbasbûn jî ne bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê be. Amerîka dibêje bila Tirkiye bikeve Efrînê û ew karê xwe pê nayîne. Xwiya ye glopa kesk ji Rûsyayê jî wergirtiye. Tirkiye nikare derbasî gundekî jî bibe bêyî razîbûna Rusya û Amerîkayê."

 

Li aliyê din ENKS helwêsteke nerênî li dijî operasyona Efrînê nîşan dide. Elîko balê dikişîne ser alozbûna zêdetir û tekez dike ku operasyoneke wiha ne di berjewendiya aramiya deverê de ye: "Her fîşekek hûn li dijî gundekî Efrînê biteqînin, hûnê PYDê xurt bikin neku ENKSê."

 

Dijbereya Suriyê ango Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, helwêsteke zelal nîşan nedaye. Turkmenên nav dijbereyê piştgiriyê didin pêngavên Tirkiyê. Cîgirê Serokê Dijbereyê ser bi Turkmenan Abdurrehman Mistefa dibêje ku armanc tenê lêxistina YPGê ye ku wê wek beşek ji PKKê dibînin û wiha pêde çû: "Ez bawer nakim rewş aloztir bibe. Ji ber ku li wê derê Armanc PKK û PYD ye. Li wir kampên wan hene. Gelê Kurd qet nabe armanc."

 

Nunerên Ereb ên di nav dijbereyê de nexwestin li ser mijara Efrînê biaxivin. Ji aliyekî ve naxwazin dilê Kurdan bihêlin û li aliyê din jî naxwazin ji helwêstên Tirkiyê dûr bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst