Rojnameyên Tirkiyê – Partiya Vatan daxwaza girtina HDPê dike!

19-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) - Li ser rêya Davos û Birîtanya serokwezîr Dawûdoglû li ser rojeva Tirkiyê axivî, di wê axaftinê de ji bo herêmên li bakûrê Kurdistanê yên ku şer û operasyon lê berdewam in, behsa plansaziya avedaniya nû kir ku ew mijar derketiye ser rûpelê yekemîn yê pirraniya rojnameyan. Li gor vê planê piştî operasyon bi dawî bibin, navendên du bajarên mezin Şernex û Colemêrg dê bên veguhastin bi ser navçeyên wan de, bi ser Cizîr û Geverê de.Dawûdoglû di axaftina xwe de amaje bi mayîna hêzeke mezintir ya leşkerî kir ji bo wan deveran ku operasyon bi dawî bûn bi şûn de.

YENİ ŞAFAK


-Herdû bajar dê bar bikin...

Dawudoglû; emê Şernex û Colemêrg ji statuya bajartiyê derxin, navendên van herdû bajaran emê bikşînin Cizîr û Geverê. Şernex jî Hekarî jî du bajarên çiyayî û berteng in, lê Cizîr berfireh e, baştire ji bo avedaniyeke berfireh. Heta deverek nebe bajar ji alî îdarî ve, ragihandina xizmetguzarî û ya ewlekarî jî li gor wê kêm dimîne. Plana me ew e ku ev herdû bajar bi vî awayî sûdê ji van xizmetan wergirin.


- Li Cizîrê xelk êdî nahêle terorîst têkevin nav malên wan, ew jî bi gef û zorê dixwazin têkevinê lê xelk  giliyê wan dike bi vî awayî taxa Yafes ji wan pak bû.


- Dopînga Îranê li ser bazara dinyayê. Piştî rakirina ambargoya li ser Îranê, 100 milyar dolar pareyê vî welatî ku li derveyî welêt bloke bibû dê serbest bimîne, ev jî dilê bazara dinyayê dibijîne vî welatî. Îran destê pêşî dixwaze ku sermiyanê biyanî bikêşe nav welatê xwe, karsazên tirk jî ji niha de zend û bendên xwe badan.

STAR
-Şernex û Colemêrg bar dikin...
Dê getto û zorava nemînin li derdora van bajaran. Ji salên 80yan ve hin taxên Cizîrê kes nikare rêya xwe pêxe weke taxa Nûh. Emê weke berê nekin ku operasyon li deverekê biqede û em vekişin. Pêwistî pê heye ji nû ve bên avakirin û ji bo tedbîrên ewlehiyeke mayînde, qereqolên mezin li wan deran bên avakirin.


- El Muxaberat li Siltanahmed e. Nebîl Fadlî xwekujê teqîna Stenbolê, bi komputera xwe ya ku li oteleke li Hesekê hiştibû, xwe dide dest ku çawa pêwendiya wî bi rêjïma Esed re heye.


- Hevpeymaniya xiyanetê. PYD di bin navê hêzên leşkerî ya Esad de li gel rayedariya Amerîka dê derbasî rojavayê Ferad bibe.

HURRIYET


-Mûşekên DAIŞê li Kilîsê ketin...

Mûşekên ku ji aliyê Sûrî bi vî alî de pekiyan, li dibistanekê ketin ku yekî kuşt yekî birîndar kirin.


- DAVOS despê dike ji bo 4 rojan.. Rojeva Tirkiyê pirsa penaberan û şûnwara arkeolojîk ya Gobeklitepe ye.

TARAF
-Tirkiye bila li herêmê bibe "soft power"...
Despêka salê Amerîka wezîrê xwe yê berevaniyê Joseph Dunford şandibû Anqara. Ji wan hevdîtinan, aşkere dibe ku Amerîka ji ber metirsiya destêwerdana Tirkiyê ji bo nav Sûrî li aliyê Mare, pêşniyaza hêzeke "soft power" kiriye li Tirkiyê û jê xwestiye ku lingê xwe deyne ser frênê. Tirkiye careke din behsa hêla sor dike li ser Mare û Cerablûs ku PYD neghîje wir û metirsiya li ser korîdora Kurd..herwiha daxwaza herêmeke tampon dubare dike..

EVRENSEL


-9 sal in kujer peyda nabe…
Sernûserê rojnameya Agos Hirant Dînk ku berî neh salan hat kuştin , li gel ku gellek delîl û nîşane peyda bûn ku ev kuştin bi hayedariya dewletê bi destê rêxistinekê pêk hat jî, dewlet  hê jî destê xwe sist digre û vê pirsê nabe serî. Halêhazir hikûmet hewl dide vî tawanî bi ser Cemaetê de berde. Îro saet 14.30 li Stembolê û Anqara hevkat dê bîranîn li dar bikeve. Berî wê kortej dê saet 13.30 ji Taksîmê bi rê keve.


- Em alîgirên aştiyê ne..Akademîsyenên ku ji alî Erdogan û hikûmetê ve hatin tometbarkirin li ser daxwaza aştiyê, çar alî ji dinyayê piştgirî wergirtin ji bo vê helwesta xwe. Li Yûnanistan rewşenbîr, psikolog û rêberên geştyariyê bi danezanan piştgiriya xwe anîn zimên. Nivîskar Orhan Pamûk jî helwesta hikûmetê şermezar kir.

BIRGUN


-Erdogan doz li Kilicdaroglu vedike…
Kilicdaroglu ji ber ku Erdogan rexne kir û jê re got "dîktatorê xirtokekî" dozgerî di cî de doz lê vekir. Erdogan bi hinceta ku ev cûre êrîş li ser şexsiyeta wî bi xwe hatiye kirin, xwest ku dozeke qerebûkirinê li dij Kilicdaroglu vebe.


- Cîranê me DAIŞ bi mûşekan li me da.


- Partiya Vatan, daxwaza girtina HDPê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst