Rojnamevanê ermenî Hrant Dînk hat bibîranîn

19-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, bi helkefta 8emîn salvegera kuştina rojnamevanê ermenî û Berpirsê Rojnameya Agosê Hrant Dînk meşek hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Rewşenbîrê tirk Prof. Dr. Baskin Oran, ku hevalê Hrand Dînk e, jî dibêje, ji ber ku tenê Hrant dikarîbû gelan li hev bîne, hat kuştin.

Îro 8emîn salvegera kuştina rojnamevanê ermenî Hrant Dînk e. Bi vê helkeftê, li Meydana Taksîmê ya Stenbolê meşek mezin hat lidarxistin. Di meşê de hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî tevlî bûn.

Li ser kuştina Dînk, rewşenbîrê tirk û hevalê Hrant Dînk, Prof. Dr. Baskin Oran ji Rûdawê re axivî û got, sebeba wê yekê ku Hran hat kuştin pir pir eşkere ye û wiha axivî: “Ji ber ku tenî wî dikarîbû her du gelên ku devê kêran dabûn hev, li hev bîne. Hrant dikarîbû ermeniyên diyasporayên yên radîkal jî razî bike. Wî ti carî asîmîlasyon qebûl nekir lê di heman demê de alîgirê Tirkiyeyîbûnê bû.”



Peyamnêrê Rûdawê Înan Gedîk-Prof. Dr. Baskin Oran

Prof. Dr. Oran di bersiva pirsa “gelo kê Hrant da kuştinê?” de jî wiha got: “Bersiva vê pirsê pir hêsan e: Yên ku li ser dujminatiya navbera her du gelan dijîn, dan kuştin. Çima? Ji ber ku eger aştî çêbibe ew dê bêkêr û kar bimînin.” 

Li ser kuştina Hrant Dînk re 8 sal derbas bû. Dînk ji aliyê xortê tirk bê bi navê Ogun Samast ve hat kuştin, her wiha 20 kesên din jî ji ber bûyerê hatin darizandin lê dadgehê sala 2012an ragihand, di kuştina Hrant Dînk de “rêxistin nîne”.

Lê 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeriya Tirkiyeyê ew hukmê dadgehê betal kir û ragihand, tohmetbaran “ji bona berjewendiyên xwe rêxistin avakirine” lewma divê cardin bên darizandin, bi vî rengî tohmetbar dîsa rapêçî dadgehê hatin kirin.

Li ser vê esasê, rêveberê Emniyeta wê demê yê Stenbolê Celaledîn Cerrah, Alîkarê Waliyê Stenbolê Ergun Gungor û hinek rayedarên din li ser kuştina Hrant Dînk îfade dan. Kujer jî ji nû ve îfade da û got, rêvebeê wê demê yê sîxuriyê Ramazan Akyûrek ji bûyerê haydar bûye û her tişt avêt stûyê polîs.

Herî dawî jî, di çarçoveya lêpirsîna kuştina Dînk de derheqê Rêveberê Emniyeta Cizîra Botanê Ercan Demîr, ku çaxê Hrant Dînk hat kuştin karmendê Îdareya Îstixbaratê li bajarê Trabzonê bû, fermana girtinê hat dayîn ku ew jî îro (19ê vê mehê) li Enqereyê teslîmî polîs bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst