Rojnamevanê ermenî Hrant Dînk hat bibîranîn

19-01-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê, rojnamevanê ermenî yê bi navê Hrant Dînk ku roja 19ê Çileya sala 2007an li ber ofîsa rojnameya xwe, Agos, hatibû terorkirin, li ser gorra xwe ya li Stenbolê hat bibîranîn. Her wiha hat zanîn, biryar bû Ocalan nameyekê di salvegera kuştina Dînk de ji ermeniyan re bişîne lê hat gotin nameya ji aliyê Wezareta Dadê ve hê radestî berpirsên HDP û BDPê nehatiye kirin.

7 sal berê û roja 19ê Çile, rojnamevanê ermenî û xwediyê rojnameya Agosê, Hrant Dînk li ber ofîsa xwe li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat terorkirin.

Bi helkefta terorkirina Hrant Dînk, îro li Goristana Ermeniyan a navçeya Zeytînbornu ya Stenbolê merasimk hat lidarxistin. Di merasimê de hevjîna wî Rakel Dînk, kurê wî Arat Dînk, birayê wî Orhan Dînk û gellek dost û hevalên wî tevlî bûn.

 

Hevjîna Hrant Dînk û gellek kesên din gul danîn ser gorra Dînk û paşê jê re merasima olî hat lidarxistin û dua hat kirin.

Her wiha bi hezaran kes li meydana Taksîmê ya Stenbolê kom bûn û bi avêtina siloganan ber bi ofîsa rojnameya Agosê ve meşiyan û li cihê ku Hrant Dînk hatibû kuştin, gulên qernefîl danîn, hevjîna wî jî mûm vêxist.

Xwepêşanderan bi hilgirtina plankartên mîna “Ez dadperweriyê dixwazin, em ji bo dadpereiyê dimeşin, ji bona Hrant dadperwerî” nerazîbûna xwe li hember kuştina Dînk anîn ziman û daxwaza darizandina kujer û yên ku pişta wî girtine kirin.

Beriya niha rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina digel şanda HDP û BDPê de gotibû, dê ji bona razîkirina dilê ermeniyên ku ji daxuyaniyên hevseroka KCKê Besê Hozat êşiyabûn, dê di salvegera kuştina Hrant Dînk de nameyekê ji ermeniyan re bişîne lê hat zanîn ew name gihîştiye destê rayedarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê lê heta niha wezaretê name nedaye berpirsên HDP û BDPê.

Hevseroka KCKê Besê Hozat, beriya niha gotibû, li Tirkiyê hinek lobiyên ermenî û romî naxwazin aştî çêbibe, vê yekê ermenî hêrs kiribûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst