Parlamentera DEM Partiyê: Ti sûda lawazkirina Kurdên Rojava ji Tirkiyeyê nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partî Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got,"Nedîtina rastiya Kurd ji aliyê yên ku dewletê bi rê ve dibin ve êdî ne polîtkayeke ku berdewam bike û ti sûdeke lawazkirina Kurdan ji Tirkiyeyê re nîne.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê  Gulcan Kaçmaz Sayyigît li Parlamentoya Tirkiyeyê di gotûbêjên li ser budceyê de derbarê bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Sayyîgîtê ragiahnd ku dema behsa Rojava tê kirin ji bilî terorê tiştek nayê bîra desthilata AK Partiyê û got:

"Nedîtina rastiya Kurd ji aliyê yên ku dewletê bi rê ve dibin ve êdî ne polîtkayeke ku berdewam bike."

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bangê desthilata Tirkiyeyê kir ku li Sûriyeyê rastiya Kurdan bibîne û got:

"Li Sûriyeyê şer bidawî tê û hewil tê dayîn siberojek bê avakirin lê di vê hevsengiyê de ti sûdeke lawazkirina Kurdan ji Tirkiyeyê nîne."

Parlamentera DEM Partiyê ameje bi wê yekê da ku li gelek welatan di rojnameyan de êrişên li Kurdên Rojava tên nivîsandin û di televîzyonan de behsa wê yekê tê kirin ku Tirkiye dixwaze otonomiya Kurdan berbelav bike û got:

“Diviyabû yên ku herî zêde ji vê tiştê aciz ew kes bûna yên ku welat birêvedibirin, ji ber ku Kurdên li Sûriyeyê xwişk û birayên resen ên bi milyonan Kurdên li Komara Tirkiyeyê ne."