Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser serdana Hevserokên DEM Partiyê ya Îmraliyê axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser çûyîna DEM Partiyê ya girava Îmraliyê diyar kir ku “Di demeke guncav de ew dê biryarê bidin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç dema ku derbasî Parlamentoya Tirkiyeyê dibû bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser serlêdana Hevserokên DEM Partiyê ya ji bo çûyîna Îmraliyê da.

Yilmaz Tunç ragihand ku ew dê biryarê bidin lê nikare niha li ser navê wan kesên ku dê biçin tiştekî bibêje.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser serlêdan û çûyîna Hevserokên DEM Partiyê yên girava Îmraliyê da zanîn:

“Wek min berê jî gotiye di demeke guncav de em dê biryara wê yekê bidin.

Em dê demeke maqûl diyar bikin, hinekî bi sebir bin.

Hevdîtinên budceyê hene, bila ew biqedin, egereke mezin piştî wê dê biryarek were dayîn.

Destûr û roja çûyînê di rojekê de diyar dibe. Derbarê navan de em niha nikarin tiştekî bibêjin.”

DEM Partiyê 26ê Çiriya Paşîn serî li Wezareta Dadê da û xwest ku Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari biçin girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bikin.