Nêrîna xelkê Stenbolê li ser vegera penaberan çi ye?

4 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nêrîna xelkê Stenbolê li ser vegera penaberan / Wêne: Ji dîmenan
Nêrîna xelkê Stenbolê li ser vegera penaberan / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Penaberên Sûriyeyî bi nifûsa xwe ya 3 milyonî herî zêde li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn.

Li gorî Îdareya Koçberan a Tirkiyeyê, li wî welatî hejmara penaberên Sûriyeyî 2 mîlyon û 933 hezar û 205 e.

Ev rêje di nav 7 salên dawî de rêjeya herî kêm a penaberan e.

Herî zêde jî penaberên Sûriyeyî bi nifûsa xwe ya 509 hezarî li bajarê Stenbolê dijîn.

Piştî 8ê Kanûna Pêşîn desthilata Beşar Esed rûxiya, li deriyên sînorî yên Tirkiye û Sûriyeyê liv û tevgera vegerandina penaberan dest pê kir.

Li gorî Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, heta 15ê Kanûna Pêşîn a 2024an hejmara penaberên ku vegeriyane welatê xwer 7 hezar û 600 kes in.

Desthilatdar, mixalefet û piraniya civata Tirkiyeyê dixwaze êdî penaberên Sûriyeyî vegerin welatê xwe.

Lê hinek ji wan didin zanîn, eger penaber bixwazin li Tirkiyeyê bimînin divê ew maf ji bo wan bê dayîn.

Xelkê Stenbolê jî dibêje, divê êdî hemû penaber vegerin welatê xwe.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê ji xelkê Stenbolê pirsî, “Tu dixwazî penaberên Sûriyeyê vegerin welatê xwe?”

“Eger biçin em dê rehet bibin”

Nişteciha Stenbolê Gul Gokdemîrê got:

“Wan ji bo welatê xwe şer nekir û ew ji şer reviyan. Hatin li welatê me bi cih bûn.

Lê ger herin, qenebe dê gelê Tirk bikeve rehetiyê. Yanê di warên aborî, karkeriya erzan, starbûna xaniyan û her tiştên din de em dê rehet bibin.”

“Divê ew biçin welatê xwe”

Niştecihê Stenbolê Muharrem Kurt jî got:

“Jixwe qebûlkirina ev qas penaberan şaş bû. Yanî niha divê ew biçin welatên xwe.

Şer hebû, ew jî direviyan. Lê niha divê êdî biçin. Divê hikûmet wan zûda bişanda. Lê wan neşandin.

Lê niha piraniya wan dibêjin em dê neçin. Niha bihabûn li holê ye. Jixwe dewlet alîkarî jî dide wan.”

“Ew biçin jî ti guherîn çenabe”

Kesekî bi navê Adem jî got:

“Eger Sûriyeyî biçin jî li Tirkiye û Stenbolê tu guherîn çênabe. Eger bimînin jî wisa ye. Ew bi bi wijdana me ye, ew birayên me ne.”

Sala 2021an hejmara penaberên Sûriyeyî li Tirkiyetê bi 3 milyon û 737 hezar û 369 bû û gihiştibû asta herî bilind.

“Welatê wan ji bo wan çêtir e”

Şêniyê Stenbolê yê bi navê Ahmet jî got, “Penaberên Sûriyeyî biçin welatê xwe çêtir e.

Welatê wan ji bo wan çêtir e. Jixwe li Tirkiyê krîza aborîya heye.”

“Bila biçin welatê xwe, ew der welatê Tirkan e”

Welatiyê bi navê Mehmet Tercanli jî got:

“Bila biçin welatê xwe, Tirkiye welatê Tirkan e. Her kes li welatê xwe dijî.

Bila ew jî li welatê xwe di nav aramiyê de bijîn. Yanî mayîna wan a li vir, tu sûdê nade Tirkiyeyê.”

“Em ji wan ne aciz in”

Kesekî bi navê Alaattîn Dabak jî got:

“Bêguman dê hin encamên wê li Tirkiyeyê hebin. Penaberên ku dixwazin bimînin divê bimînin yên ku dixwazin divê vegerin. Em ji wan ne aciz in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst