Li Stenbolê otobusek û barhilgirek li hev qelibîn: Miriyek, 31 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê barhilgirek û otobuseke rêwiyan li hev qelibîn, kesekî canê xwe ji dest da û 31 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê, li ser rêya Marmaraya Bakur, demjimêr 04:00an otobuseke rêwiyan a ku ji Stenbolê ber bi parêzgeha Edîrneyê ve diçû û barhilgirek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de karmendê otobusê Halîl Atayê 26 salî canê xwe ji dest da û 31 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Şofêrê otobusê yê ku di nav otobusê de asê mabû û ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin.

Tîman 31 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Stenbolê.

Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.