Polîsekî şimaqek li Ferhat Encû xist

18-12-2022
RÛDAW
Polîsekî şimaqek li Ferhat Encû xist
Polîsekî şimaqek li Ferhat Encû xist
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kadikoy a Stenbolê polîsan destewerdana meşa “Nobeta Edaletê” kir û di dema çalakiyê de polîsekî şimaqek li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû xist.

Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (MATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER) û Hêzên Tekoşîna Yekbûyî (BMG), malbatên girtiyan li navçeya Kadikoyê kom bûn û bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, çalakiya Nobeta Edaletê dan destpêkirin.

Girseya ku kom bibû xwest xwest ku bi meşeke  çalakiya xwe bi dawî bikin, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê li ber meşê girtin û midaxaleyê girsiyê kir.

Di dema midaxaleyê de polîsekî  şimaqek parlamenterê berê yê HDPê û Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu xist.

Hate zanîn ku kameramanê Artî TVyê Mehmet Zekî ku ew kêliyên polîsan şimaqê li Encû dide tomar kiriye, hat desteserkirin.

HDPê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê video belav kiriye û nivîsandiye: “Ev çeteyê ku difikire li piş wî Wezîrê Karên Tawanan heye û hêzên li pişt wî jî dê ji ber sûcên xwe bên cezakirin. Di salvegera Komkujiya Roboskî de ne em û ne jî gelê me dê vê şimaqa ku li Ferhat Encû hatiye xistin ji bîr nekin. Hûn dê hesab bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst