Li Tirkiyê hinardekirina dermanên zehmet tên peydakirin hat qedexekirin

18-12-2022
RÛDAW
Nîşan Hinardekirina Derman Fahrettîn Koca
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê ragihand ku hinardekirina dermanên li Tirkiyê zehmet tên peydakirin bo demekê hatiye rawestandin.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca 17ê Kanûna 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê peydanekirina hinek dermanan de peyamek belav kir û got pirsgirêka dabînkirina dermanan li ber çareserkirinê ye.

Koca di peyama xwe de amaje bi wê yekê daye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka dabînkirina dermanan wan biryar daye hinardekirina dermanên zehmet tên peydakirin bo demekê bê rawestandin. Koca dibêje: “Heta em bi hev re zehmetiya peydakirina dermanan derbas bikin, me biryar da hinardekirina dermanên zehmet tên peydakirin bê rawestandin. Ji ber rêzgirtina berhemdêrên dermanan li biryarê em sipasiya wan dikin. Pirsgirêka derman tê çareserkirin. Bila dilê nexweşên me xweş be.”

Ev di demekê de ye Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk ragihandibû ku pirsgirêka peydanekirina dermanan her diçe zêdetir dibe û gotibû: “Li gor zanyariyên me bidest xistine niha %25ê dermanan nayên peydakirin. Ev jî tê wê wateyê ku ji her çar dermanan yek nayê peydakirin. Peydanekirina derman bûye rojeveke girîng a Tirkiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst