Li Stenbolê du kes bi tohmeta çêkirina alkola sexte hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyonekê de tîmên Rûbirûbûna Qeçaxçîtiyê ya Asayîşa Stenbolê, du kes bi tohmeta berhemanîna alkolê bi awayekî neyasayî û sexte desteser kirin.

Operasyon li navçeya Buyukçekmece ya başûrê rojavayê Stenbolê hat kirin. Li gor zanyariyên hatine belavkirin li wî cihê depoyeke nehênî hebûye û tîmên asayîşê dest danîne ser 1.5 ton alkola amadekirî bo berhemanînê. Herwiha du kes bi navên D.D. û M.A. ji aliyê tîmên polîs ve hatine desteserkirin.

Salane ligel nêzîkbûna helkeftên serê sale, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyardeya alkola sextet dibe rojev û salane di van deman de bi dehan kes ji ber alkola sexte canê xwe ji dest didin.

Doh Înê 17ê Kanûna 2021ê Walîtiya Stenbolê ragihand ku îsal ji ber alkola sextet 12 kesan li sînorê parêzgehê canê xwe ji dest dane. Ev di demekê de ye ku îsal heta niha li 10 parêzgahên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 45 kesan bi alkola sextet canê xwe ji dest dane.