Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê hevdîtinên budceya 2022ê bi dawî bûn û yasaya budceyê li Lijneya Giştî hat pesendkirin. Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê 17ê Kanûna 2021ê pêşniyara Yasaya Budceya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin.
Hevdîtinên budceyê ku 6ê Kanûna 2021ê li Lijneya Giştî destpê kiribûn 12 rojan berdewam kirin û 17ê Kanûnê bi dawî bûn.
Di hevdîtinan de ku bi axaftina Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay destpê kir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî axivîn.
Di roja dawî ya hevdîtinên budceyê de jî li ser navê hikûmet û partiyan Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê axivî û piştre deng hatin dayîn. 516 parlamenteran deng dan, 190 deng na û 326an jî dengê erê dan û proje-yasaya budceyê hat qebûlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse