Revandina karmendên Rûdawê di medyaya Tirkiyeyê de

18-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Girtina peyamnêr û wênegirê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo û Mesûd Eqîl, di medyaya Tirkiyeyê de cihek berfireh girt.

Heta niha ti agahiyek li ser Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo û Wênegirê Rûdawê Mesûd Eqîl, ku roja 15ê Kanûna îsal li ser rêya Qamişlo û Tilkoçerê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn revandin, tine.

Revandina wan rojnamevanên kurd di medyaya Tirkiyeyê de dengek mezin veda. Televîzyonên mîna NTV û Haberturkê nûçeya revandina Ferhmad Hemo û Mesûd Eqîl belav kirin.

Rojnamevanên Star, Akşam, Radîkal, Milliyet, Yenî Şafak û beşa tirkî ya BBC jî cihek mezin dan wê bûyerê.

Rojnameya Akşamê nûçe wiha da: “DAIŞê 2 rojnamevan revand!” rojnamevanên din jî mîna Akşamê behsa revandina peyamnêr û wênegirê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê kirin.

 

Beşa tirkî ya BBC jî daxuyaniya Rûdawê li ser bûyera revandina karmendên xwe belav kir.

 

Daxuyaniya Rûdawê li ser revandina Peyamnêr Ferhad Hemû û Wênegir Mesûd Eqîl:

“Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemû û Wênegirê Rûdawê Mesûd Eqlî, li Rojavayê Kurdistanê û li ser rêya Qamişlo-Tilkoçerê ji aliyê Dewleta Îslamî (DÎ) ve hatin revandin.

Karmendên me roja 15ê Kanûna îsal saet 11:00, li başûrê nahiyeya Çilaxa ya bajarê Tilkoçer û li ser rêya Qamişlo-Tilkoçerê, di dema şopandina nûçeyekê de, ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî ve hatin girtin.

Ferhad Hemo û Mesûd Eqîl, ku mîna du rojnamevanên azad (freelance) ji bo Rûdawê kar dikirin, bi awayekî bêalî karên xwe dikirin lê rastî guvaşa rayedarên deverê dihatin.

Em daxwaz dikin ku hevalên me bên berdan, em bang li eşîrên herêmê dikin ku ji bo berdana Hemo û Eqîl alîkariya me bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê,

17ê Kanûna 2014”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst