Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin desteserkirin. 

 Polîsan îro sibehê bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê ya Stenbolê de girt û deriyê avahiyê bi zorê hat şikandin.

Piştî biserdegirtina avahiyê hatibû xwestin ku Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ji bo îfadedayînê biçin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê.

Yilmaz û Arinan ên ji bo îfadeyê çûn Rêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê, li wir hatin desteserkirin.

DEM Partiyê 16ê Çiriya Paşîn bi armanca protestokirina qeyûman li navçeyê xwepêşandanek saz kiribû û gelek kes beşdarî bûbûn.