Dayikên Şemiyê kom bûn: ‘Nîhat Aydoganê ku 29 sal in winda ye li ku ye?’

18-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Nîhat Aydogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dayikên Şemiyê di hefteya 973yemîn a çalakiya xwe de aqûbeta Nîhat Aydoganê ku ji sala 1994an ve winda ye pirsî.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995an ve, her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 973yan de li Qada Galatasarayê daxuyanî da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, 8ê Çiriya Paşîn li Parlamentoya Tirkiyeyê gotibû:

“Dayikên Şemiyê mexdûr dibin. Em dê di demeke kurt de çareseriyekê bibînin.”

Piştî daxuyaniya Yerlîkaya Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hat vekirin.

Xizmên windayan, hefteya çûyî, di dorpêça polîsên sivîl de, li ber Dibistana Galatasarayê daxuyanî da û qûrnefîl danîn meydanê.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li meydana ku polîsan dorpêç kiribû daxuyaniyê da.

Li ser navê xizmên windayan Sebla Arcan daxuyanî xwend û got:

“Ji 25ê Tebaxa 2018an ve, bi qedexe û tundiya polîsan çalakiyên me têne astengkirin.

Di encama têkoşîna me ya bi israr de, du hefte ne em li Qada Galatasarayê ku cihê hevdîtina me ye kom dibin.”

Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Nîhat Aydogan pirsî

Komîsyona Kesên Hatine Windakirin a Komeleya Dayikên Şemiyê ya Şaxa Stenbolê di daxuyaniya xwe de got:

“Nîhat Aydogan ji gundê Mizîzexê yê naveçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ye.

Li ser şeniyên Mizîzexê yên ku nedixwestin bibin cerdevan zexteke mezin hebû.

Nîhat Aydogan, berê hatibû desteserkirin û şkenceyên giran lê hatibûn kirin, piştre jî hatibû berdan.

Tîmên taybet, leşker û cerdevan, 30ê Çiriya Paşîna 1994an bi ser mala Aydogan de girt. Ew li pêş hevjîna xwe û zarokên xwe rastî tundûtûjiyê hat.

Di nav xwînê de, çavên wî hat girêdan, destpêkê birin Qereqola Cendermeyan a Midyadê û paşê jî ew birin Fermandariya Navendî ya Cerndirmeyan a Mêrdînê.

Piştî wê, aqûbeta Nîhat Aydogan nehat zanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst