Kujerê malbata Dedeogullari bi girtina heta hetayî hat cezakirin

18-11-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Kujerê malbata Dedeogullari bi girtina heta hetayî hat cezakirin
Kujerê malbata Dedeogullari bi girtina heta hetayî hat cezakirin
Nîşan Doza Malbata Dedeogullari Konya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya dadgehkirina Mehmet Altun ê ku 7 endamên malbateke Kurd li bajarê Konyayê kuştibûn bi rêve çû, di rûniştina vê carê de parêzaran çend belge radestî dadgehê kirin ku li gorî wan belgeyan kujer Mehmet Altuın beriya komkujiyê bike serdana Fermandariya Hêzên Bejayî yên Tirkiyê û Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê kiriye şanda dadweran heman demê parêzer û malbata Dedeogullari jî ji salona dadgehê derxist. Kujer Mehmet Altun bi girtina heta hetayî hate cezakirin.

Proseya dadgehkirina kujerê 7 endamên malbata Dedeogullari li bajarê Konyayê li 4. Dadgeha Cezaya Giran bi rê ve çû. Parêzêrên malbata Dedeogullari daxwaza guhertina şanda dadweran kir lê daxwaza wan ji aliyê dadgehê ve hate redkirin û parêzer û beşdarên dadgehê jî ji salona dadgehê hatine derxistin.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren anî ziman, “Îro dema doz dest pê kir hevalên me kêmasiyên dozê anîn ziman, me daxwazên xwe anîn ziman, ji şanda dadgehê re got ku pêwîst e bi vî awayî biryar neyê dayîn. Rast e ku kesek weke kujer tê darizandin lê li gorî delîlên li ber dest kujer ne bi tenê ye û kesên li pişt wî hene.”

Li salona dadgeha Konyayê li gel parêzeran şandeke HDPê, parlementerê CHPê Levent Gok û ji baroyên Bakurê Kurdistanê parêzer amade bûn.

Parlementerê CHPê Levent Gok got, “Pêwîst bû ku şanda dadweran ji bo ku wijdana xelkê aram bibe hindek gavên pêwîs bê avêje, pêwîst bû ku şanda dadweran daxwazên li cihê xwe yên parêzaran qebûl bike.”

Malbata Dedeogullari ku 15 sal beriya niha ji qersa bakurê kurdistanê hatibûn konyayê roja 30ê tirmeha sala borî rastî êrişa mehmet altun hatibûn, malbat di hemû proseyên dadgehê de berdewam daxwaza biryareke adilane dike.

Merivê Malbata Dedeogullari Erol Şan anî ziman, “Dadgehê em hemû derxistin derva dadgeh tenê gotina xwe dike, ne dadwerî heye ne jî dadgeh lê dinêre ka ev qetlîam ji aliyê kî ve hatiye kirin. Dadgeh lê nanêre ka kî li pişt vê qetlîamê ye û tenê gotina xwe dike û li gorî talîmata kar dike.”

Şanda dadweran bêyî amadebûna parêzaran û endamên malbata Dedeogullari biryara xwe ya dawî da û kujerê 7 Kurdan 7 caran bi cezayê heta hetayî hate cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst