Dîmenên nû yên Ehlam Elbeşîr derketin holê

18-11-2022
RÛDAW
Bikera sereke ya teqîna Stenbolê ya di 13ê Mijdara 2022 de.
Bikera sereke ya teqîna Stenbolê ya di 13ê Mijdara 2022 de.
Nîşan Teqîna Stenbolê Ehlam Elbeşîr Ahlam Albashir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên nû yên gumanbara sereke ya teqîna Stenbolê Ehlam Elbeşîr (Ahlam Albaşîr) ku li Kolana Îstiklalê bi danîna bombeyekê teqîn pêk anî, derketin holê ku têde xuya dibe Ehlam Beşîr beriya biçe Taksîmê li Esenlerê bi telefonê diaxive.

Di dîmenan de tê dîtin ku telefon li ber guhê Elbeşîr e û di demekê de ku bi telefonê diaxive li nêzî atolyeya li Esenlerê ve dimeşe.

Di dîmenan de Ehlam Elbeşîr heman kinc li xwe kirine ku di roaj teqîna li Taksîmê de jî li xwe kiribûn, lê ti çente an jî poşet pê re nîne.

Li gorî nûçeya DHAyê saet di derdora 13.30’an de jina ku bi germî bi telefonê diaxive û dimeşe, li kamerayê xuya dike.

Ji aliyê din ve, dîmenên kêliyên ku Ehlam Albeşîr 9 roj beriya bûyerê li kolanê keşfê kiriye derketiye holê.

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve derbarê bûyerê de destpê kiriye hêj berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê de, dîmenên kameraya ewlehiyê yên kêliyên ku Ehlam Elbeşîr beriya teqînê li Kolana Îstiklalê keşf kiriye, hatin bidestxistin.

Di dîmenan de xuya dibe ku Elbeşîr roja 4ê Mijdarê saet di 17:30 de bi jeans û çarşefa serê xwe û gulek di dest de li kolana Îstikalalê dimeşe.

Herwiha di roja teqînê de jî Ehlam Elbeşîr bi heman kincan tê dîtin di demekê de ku weke roja keşfê gul di destê wê de ye.

Roja 13ê Mijdarê li Kolana Îstiklal a Stenbolê teqînek çê bûbû û di encamê de 6 kesan canê xwe jid est dabûn û 81 kes jî birîndar bûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst