Li Kastamonuyê 85 kes ji ber sobeyê bi jehrî ketin

18-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Devrekani ser bi parêzgeha Kastamonuyê ya Tirkiyê, doh bi şev 17ê Mijdarê 85 kes ji ber sobeya bi gaz bi jehrî ketin.

Li navçeya Devrenaiyê, di daweteke ku li Hola Dawetê dihat kirin, ji bo germkirinê sobeya gazê hat bikaranîn û 85 kes ji ber gazê bi jehrî ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Destpêkê 40 kes bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Devrekaniyê hatin veguhestin û 45 kes jî bi derfetên xwe çûne nexweşxaneyê.

Hejmarek welatiyên ku bi jehrî ketin piştî midaxeleya destpêkê Nexweşxaneya Dewletê ya Devrekaniyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kastamonuyê hatin veguhestin.

Hat ragihandin, rewşa pitikeke 6 mehî û yeke sal û nîvekî û pîreke 75 salî giran e û di beşa çavdêriya hûr de tên ragirtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst