Li Tirkiyê di kirîn û firotina dolar de merc hat danîn

18-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji îro û pê ve kesê ku bixwaze lîreyan bike dolar, divê nasnameya xwe nîşan bide û zanyariyên derbarê wî bêne tomarkirin.

Wezareta Xezîneyê a Tirkiyê 12ê Cotmehê rêziknameya ofîsên pereyên biyanî (dovîz) guhertibû. Rêziknameya nû îro di rojnameya fermî de hat weşandin û kete warê cîbicîkirinê.

Li gorî rêziknameya nû her welatiyê ku bixwaze zêdetirî 100 dolarî bikre an jî bifroşe, neçare nasnameya xwe nîşan bide. Kesê ku nasnameya xwe nîşan nede, dê nikaribe 100 dolarî bikre an jî bifroşe.

Ofîsên guhertina pereyan nerazîbûnê li hemberî biryara hikûmetê nîşan didin û dixwazin şertê nîşandana nasnameyê bê betalkirin. Ofîsên dovîzan 4ê Mijdarê weke bertek nîv demjimêrê karê xwe rawestandibûn.

Ji aliyê din ve nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî her ku diçe dadikeve û ji meha Çileyê îsal ve heta 18ê vê mehê %40 nirxê xwe ji daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst