Parlamentoya Tirkiyê şandina hêza leşkerî bo Azerbaycanê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya derbarê şandina leşkeran bo Azerbaycanê, li lijneya giştî ya parlamentoyê wî welatî hat qebûlkirin.

Bi piraniya dengên hemû partiyan, ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya ji bo şandina hêzên wî welatî bo Azerbaycanê di parlamentoyê de hat qebûlkirin.

Di civîna giştî ya parlementoya Tirkiyê de, dest bi gotûbêja şandina Leşkeran bo Azerbaycanê hate kirin, ku ji aliyê serokomarê wî welatî ve hatiye daxwazkirin û bi piraniya dengan Parlementoya Tirkiyê razîbûna ji bo şandina hêza leşkerî bo Azerbaycanê xwe nîşan da.

Partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê, weke her carê amadebûna xwe ji bo piştgiriya Serokomarê Tirkiyê, di şandina leşkeran de bo Azerbaycanê de nîşan da.   

Li gorî biryara şandina hêzên Tirkiyê, dê leşkerên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bêne bicîkirin.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê ragihand, ku biryara şanda leşkeran bo Azerbaycanê, biryareke navxwe ya wî welatî ye, lê divê leşkerên Tirkiyê tenê li navenda çavdêriyê ya li ser erdê Azerbaycanê bimînin, û nabe ew derbasî Qarabaxê bibin.

Di daxwaznameya Serokomarê Tirkiyê de hatibû gotin, ku welatê Azerbaycanê ji bo rizgarkirina erdên xwe yên dagîrkirî serkeftinên mezin bidest xistine û dibêje, Tirkiyê li gorî maf û yasayên navdewletî piştevaniya Azerbaycanê kiriye û dê li ser piştgiriyên xwe bo Azerbaycanê berdewam be.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hatibû kirin, ku ji bo avakirina navenda hevbeş a leşkerî dê li ser daxwaz Azerbaycanê hêzên Tirkiyê jî beşdar bibin û dê çavdêriya rewşa li ser erdê bikin.

Şandina wan hêzan bo Azerbaycanê piştî wê yekê tê, ku roja 10ê Mijdara 2020an, bi serpireştiya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistanê dawî li şerê li ser herêma Nagorno Karabaxê anîn ku ji 26ê Îlona îsal ve destpê bibû û agirbest ragihandin.

Di çarçoveya wê rêkeftina agirbestê de, 1960 serbazên Rûsya weke hêzên aştîparêz li herêmê û li ser xetên temasê yên di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de, bo dema pênc salan bicih dibin.

Tevî ku Tirkiyê di şerê vê carê yê Karabaxê de, hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî de piştgiriya Azerbaycanê kir, lê di rêkeftina agirbestê de ti amaje bi bicihbûna hêzên Tirkiyê li navçeyê nehatiye kirin, lê Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev di dema ragihandina agirbestê de û paşê jî ragihandibû, ku dê hêzên Tirkiyê jî weke çavdêrên agirbestê li herêmê hebin.