HDP vekişîna ji parlamentoya Tirkiyê nîqaş dike

18-11-2019
RÛDAW
Nîşan HDP Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sakik ragihand ku divê HDP ji parlamentoya Tirkiyê û hemû rêveberiyên şaredariyan vekişe. Beşek ji alîgirên HDPê jî bi erênî pêşwazî li vê pêşniyara Sirri Sakik dikin.

HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 jê bajarên mezin şaredariyên 8 bajar, 50 navçe û 11 bajarokan wergitibûn.

Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbjartinên 31ê Adarê û heta niha hejmara şaredariyên ku qeyûm li ser hatine danîn 3 jê şaredariyên bajarên mezin, gihişt 24an.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê piştî danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê nîqaşeke nû dest pê kiriye û niha hem di nava beşek ji kadroyên HDPê de û hem jî di nava xelkê de daxwazên vekişîna HDPê ji parlamentoyê û şaredariyan derdikeve pêş.

Navenda Giştî ya HDPê tê pêşbînîkirin piştî civîna ku biryar e di 20ê Mijdarê de were sazkirin, dê derbarê mijara qeyûman de raporeke berfireh belav bike.

Şerê qeyûman

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de hersê şaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji kar dûrxistibûn û li şûna wan qeyûm danibûn. Heta niha li şûna 24 şaredarên HDPê qeyûma hatine danîn.

Parlamenterê Berê yê HDPê Sirri Sakik di 13ê Mijdarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşniyar kir ku HDP ji hemû şaredariyan vekişe û gotivû: “Danîna qeyûman bo ser şaredariyên HDPê ku bûye karekî normal, ti bendeweriyeke bin ji ti alî yan kesekî nîne ku ji xwe re dibêjin demokrat! Lê bendewariya min ji HDPê ku ji vê bêçarebûna li rêveberiyên xwecihî heye rizgar bibe. Fikra min a şexsî ji hemû şaredariyên mane vekişe.”

Derbarê mijarê de Sirri Sakik ji Rûdawê re got: “Di hilbijartinên şaredariyan de di heyam hejmartina dengan de bi dehan caran hîle kirin, ev yek ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve li ser navê desthilatdariyê hatin kirin. Bi vê yekê jî bes nekirin û niha her çend rojan carekê qeyûman bo şaredariyên me danin. Siyaset û xizmet nayên kirin. Li cihê ku demokrasî nebe, zext hene. Di vê rewşê de ti wetaya mana me nîne.

“Pêwîst e yekîtiya Kurdan pêk were”

Sakik diyar kir ku piştî pêşniyara wî beşek xelkê jî peyam piştgiriyê jê re şandine û got: “Ji desthilatdariya Tirkiyê bigerin heta dijbereya wan li hemberî Kurdan. Berpirsên şaredariyan ji ber danîna qeyûman di rewşa derûnî ya niha de zehmet e xizmetan pêşkeş bikin. Bi min divê HDP ligel dezgeh û saziyên sivîl û partiyên Kurdî bê bav hev û li hemberî yekîtiya Tirkan, yekîtiya Kurdan ava bikin. Di rewşa niha de ti wateya hilbijartin û sindoqan nîne.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Sakik got: “MHP û ÎYÎ Partî li hemberî Kurdan dijminatiyê dikin, lê CHPê ya ku xwe weke sosyal demokrat bi nav dike li hemberî qeyûman dengê xwe dernaxe.”

“Metirsiyeke mezin heye”

Derbarê mijarê de Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DITAM) Mehmet Vural jî got: “Di nav 5 salên vê dawiyê de tevahiya hewldanên hikûmetê ew e ku tevgera Kurdî ji têkoşîna wê ya demokratîk dûr bixe û terorize bike û vê yekê ligel raya giştî ya Tirkiyê parve bike û neteperestiyê di nav Tirkan de bihêz bike. Divê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd nekeve wê kemînê û di çarçoveya demokrasiyê de polîtikaya xwe bimeşîne. Jixwe ev 30 sal in şaşiya PKKê ev bûye. Herwiha ji ber şerê xendeqan li ber cava Kurdan rûmeta wê gelek şikest.”

Mehmet Vural herwiha got: “Eger li ser vê siyasetê pêdagir be dê zerarê bide tevahiya Kurdan. Eger HDP ji meclîsê vekişe qada têkoşîna demokrasiyê dê nemîne. Qad dê tenê ji şer re bimîne ew jî ji bo Kurdan karesat e. Rêya herî rast ew e ku li gor rêbazên cîhana medenî qebûl dike têkoşîna mafê gelê Kurd bê kirin.”

“Raya giştî dixwaze HDP vekişe”

Li gor rapirsiya Navenda lêkolînên civakê Samerê ku navênda wê Amed em ji sedî 81 li dijî danîna qeyûman in, ji sedî 62,5 helwesta HDPê ya li hemberî danîna qeyûman kêm dibîne.

Ji Navenda lêkolînên civakê Samerê Yuksel Genç ji Rûdawê re got: “Ji ber polîtikaya desthilatdariya Tirkiyê, danîna qeyûman, girtina siyasetmedaran beşeke mezin a alîgirên HDPê di wê baweriyê de ne mafê wan ê hilbijartinê tê binpêkirin û ti wateya hilbijartinan namîne.”

Yuksel Genç dibêje: “Di nav dengderên Kurd de raya divê HDP zêdetir mijûlê mafê Kurdan bibe û derbarê vê yekê de helwestên tund nîşan bide her diçe belav dibe.  Beşek ji wan dixwaze HDP ji parlmento û şaredariyan vekişe.”

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullarî jî derbarê pêşniyara Sakik de got: “Birêz Sakik nêrîna xwe gotiye. Herkes dikare nêrîna xwe bîne ziman.”

Porf.Dr. Ahmet Ozer jî derbarê mijarê de got: “Ji bo zêdeyî 20 şaredariyan qeyûm hatine danîn lê ti kes dengê xwe dernaxe. HDP ji tevahiya şaredariyan vekişe dê çi bibe? Di rewşa niha de li Tirkiyê kes behsa mijara qeyûman nake. Lewma ez bawer nakim HDP biryareke bi vî rengî bide.”

Ahmet Ozer da zanîn ku beşeke mezin dengderên HDPê dixwazin HDP ji parlamentoyê vekişe û got: “Eger HDP ji şaredariyan vekişe dê ji parlamentoyê jî vekişe? Eger vekişe dê çi bibe? Ev biryar dê di nav raya giştî de tevgerekê çêbike û dê bide derfeta destkevtiyan jî.”

Oluç: Em ji parlementoyê venakişin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç eşkere kir ku ew dê li hemû platformên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin û ji parlementoyê venakişin.

Saruhan Oluç îro Duşemê (18.11.2019) diyar kir ku ew weke HDPê dê li her platformeka li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê cihê xwe bigirin û ew dê tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin.

Oluç got: “Qeyûm bernameyek e, ku dixwazin HDPê ji civakê qut bikin û dengên kurdan ji HDPê bistînin. Hikûmeta Tirkiyê, bi danîna van qeyûman dibêje hûn nûnerên xwe hilbijerên jî, em dîsa dê qeyyuman danîn. Hikûmeta Tirkiyê dijminahiya Kurdan ji bo xwe kiriye bername, 36 serokên şaredariyên me hatine desteser kirin û ji wan 24 şaredar jî, hatine zindanîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst