Çima bûyerên xwekuştin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde dibin

18-11-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya xwekuştinê % 50 zêdetir bûye
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya xwekuştinê % 50 zêdetir bûye
Nîşan Xwekuştin Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê Komeleya Psîkiyatrîstên Tirkiye yê Şaxa Amedê Îsrafîl Bulbul ragihand ku  ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herwiha  li tevahiya cîhanî bûyerên xwekuştine her diçe zêdetir dibin, ew jî girêdayê zêdebûna nesaxiyên derûnî ne.

Esat Tarhan li gundê Xiraba ya Çinara Amedê mamoste bû, 3 sal bû nesaxê derûnî bû, herwiha qerzdar bû, wî xwe kuşt, cenazêyê wî ji bajarê wî Dêrsimê re hate veguhêstin û bi rewresmeke li Mala Cemê bi beşdariya malbat, nas û mirovên wî ji xaka sar re hat spartin

3 roj berê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê mamoste Saadet Harmancî bi hinceta ku rêvebirên dibistanê zextê lê dikin xwe kuştibû, gotinên wê yên dawî ji dayîka wê re ew bû; "Fişar li ser min zêde bûne û ew dê min ji kar bavêjin"

Derbarê mijarê de Seroka Sendîkaya Mamosteyan (EGİTİM-SEN) a Dêrsimê Eylem Seyrek ji Rûdawê re got: “Mamoste di şert û mercên xirab de kar dikin; lê ne tenê mamoste xelkên Tirkiye bi tevahî di nav qeyraneke mezin de ne û ev yek rê li ber xwekuştin û kuştinan vedike, rewşa heyî niha bi vî rengê ye."

Li gor raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê salane li cîhanê 800 hezar mirov xwe dikujin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî her sal rêjeya xwekuştinê % 50 zêdetir dibe, di 15 rojên dawî de li Fatih û Bakirkoya Stenbolê herwiha li Antalya û Osmaniyê 4 malbatan bi madeya Sîyanurê xwe bi tevî zarokên xwe ve kuştin.

Li gor pisporan bûyerên xwekuştinê ji % 90 an bi nesaxiyeke derûnî ve girêda ye; lê xelkên Bakurên Kurdistanê sedema sereke ya xwekuştinê wek encama kêşeyên aborî dibînin.

Welatî Arîfe Kardaş dibêje: “Ji ber bêkarî û qeyrana aborî xelk neçar dimînin û xwe dikujin ev qetlîam e."

Welatî Îskender Eren jî anî ziman: “Dema kar nebe û debar nebe, rewş zehmet dibe, mirov nekaribe kirê bide û zarokên xwe xwedî bike nesax dibe."

Raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dide nîşan ku xwekujî di nav mêran de li gor  jinan zêdetir e, heman rapor dide nîşan ku li Tirkiyeyê di deh salan de 29 hezar mirovan xwe kuştine;  yên xwe kuştine % 27 jin û % 73 mêr bûne.

Sedemên xwekuştinan çi ne, nesaxiyên ku dibe sedemên xwekuştinê kîjan cure ne, destlêwerdana pizîşkî çend dikare rê li ber  xwekuştinê bigire? Serokê Komeleya Psîkiyatrîstên Tirkiye yê Şaxa Amedê Îsrafîl Bulbul bersiva van pirsa da.

Li ser pirsa çima bûyerên xwekuştinê di welatê me de zêde dibin? Serokê Komeleya Psîkiyatrîstên Tirkiye yê Şaxa Amedê Îsrafîl Bulbul got: “Ne tenê li welatê me, li tevahiya cîhanî bûyerên xwekuştine her diçe zêdetir dibin,  ew jî girêdayê zêdebûna nesaxiyên derûnî ne."

Îsrafîl Bulbul da zanîn ku xwekuûtin ji % 85-90 bi nesaxiyên nefsî yên wek depresyon û bipolarê ve girêda ye û got: “Bêkarî, nîgeraniya paşerojê jî li ser xwekuştinê faktorên girîng in; lê ne tenê ev faktor têrê dike ku mirov xwe bikujin."

Derûnnas Bulbul herwisa bal dikşîne ser rola medyayê ya li ser bûyerên xwekuştinê û got: “Divê nûçeyên berfireh li ser xwekuştine neyên kirin, divê pesna qurbanî neyê dayîn, divê xwekuştin wek rêyeke çareseriyê neyê nîşandan, divê xelk di warê nesaxiyên derûniyê de bêne şarezakirin"

Li gor îstatîstîkên fermî di cîhanê di her 40 çirkeyan de  bûyerekî xwekuştinê encam dide û di 45 salan de li cîhanê bûyerên xwekuştinê bi rêjeya % 60 zêdebûne li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî di sala 2018 an de bûyerên xwekuştinê wek 3161 bûyer hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst