Tirkiye konsulxaneyên xwe li Mûsil û Kerkûkê vedike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ji nû ve tê vekirin, ku di sala 2014ê de piştî êrîşa DAIŞê hatibû girtin. Çavuşoglu herwiha da zanîn, ku ew kar li ser vekirina serkonsulxaneyên Tirkiyê li Besra, Necef û Kerkûkê jî dikin.
Mevlut Çavuşoglu, îro beşdarî rûniştinên Komisyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê bû.
Di vê civînê de, Çavuşoglu behsa vekirina konsulxaneyên Tirkiyê li hejmarek bajarê Iraqê kir û diyar kir, ew dê serkonsulxaneyên Tirkiyê yên li Mûsilê û Besrayê vekin.
Çavuşoglu tekez kir, di plana Tirkiyê de heye ku li Necef û Kerkûkê jî konsulxaneyên xwe veke. got: “Em serkonsulxaneyên xwe yên Mûsil û Besrayê ji nû ve vedikin. Kar li ser wê yekê jî dikin ku bo cara yekê serkonsulxaneyên xwe li Necef û Kerkûkê jî vekin.”
Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ji nû ve tê vekirin, ku di sala 2014ê de piştî êrîşa DAIŞê hatibû girtin.
Di 11ê Hezîrana 2014an de DAIŞê bi ser Serkonsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê de girtibû û Serkonsul Ozturk Yilmaz jî di nav de 49 kes rehîn hatibûn girtin.
Nêzîkî 3 meh piştre, 20ê Îlona 2014an her 49 kes hatin berdan. Lê Tirkiyê ragihand ku hatine rizgarkirin û bo welat hatine veguhestin.