Tirkiye konsulxaneyên xwe li Mûsil û Kerkûkê vedike

18-11-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mûsil Besra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ji nû ‎ve tê vekirin, ku di sala 2014ê de piştî êrîşa DAIŞê hatibû girtin. Çavuşoglu herwiha da zanîn, ku ew ‎kar li ser vekirina serkonsulxaneyên Tirkiyê li Besra, Necef û Kerkûkê jî dikin.‎

Mevlut Çavuşoglu, îro beşdarî rûniştinên Komisyona Plan û Budceyê ya ‎Parlamentoya Tirkiyê bû.

Di vê civînê de, Çavuşoglu behsa vekirina konsulxaneyên Tirkiyê li hejmarek bajarê Iraqê kir û diyar kir, ew dê serkonsulxaneyên Tirkiyê yên li Mûsilê û Besrayê vekin.

Çavuşoglu tekez kir, di plana Tirkiyê de heye ku li Necef û Kerkûkê jî konsulxaneyên xwe veke.  got: “Em serkonsulxaneyên xwe yên Mûsil û Besrayê ji nû ve ‎vedikin. Kar li ser wê yekê jî dikin ku bo cara yekê serkonsulxaneyên xwe li Necef û Kerkûkê jî ‎vekin.”‎

Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ji nû ‎ve tê vekirin, ku di sala 2014ê de piştî êrîşa DAIŞê hatibû girtin.

‎Di 11ê Hezîrana 2014an de DAIŞê bi ser Serkonsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê de girtibû û Serkonsul Ozturk Yilmaz jî di nav de 49 kes rehîn hatibûn girtin.

Nêzîkî 3 meh piştre, 20ê Îlona ‎‎2014an her 49 kes hatin berdan. Lê Tirkiyê ragihand ku hatine rizgarkirin û bo welat hatine ‎veguhestin.‎

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst