GÎRESUN - Êrişî girtiyan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Gîresunê êrişî girtiyan hat kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), girtiyên li Girtîgeha Gîresunê gotiye ku gardiyanan êrişî wan kiriye.

Li gorî nûçeyê, girtiyan bang kiriye ku girtîgeh bi awayekî lezgîn were ziyaretkirin.

Girtiyan piştî êrişê telefonî malbatên xwe kiriye û ji wan re gotiye ku êrişî wan hatiye kirin.

Girtiyan diyar kiriye ku birêvebiriya girtîgehê dixwaze hevalên wan ji wan veqetînin û wan bixin hucreyên yekkesî.

Dema girtî vê yekê qebûl nakin jî gardiyan bi awayekî fizîkî êrişî wan dikin.

Girtiyan aniye zimên ku ew ji jiyana hevalên xwe bifikar in û xwan west ku parêzer û parlamenter bi awayekî “lezgîn” girtîgehê ziyaret bikin û lêkolînan bikin.