Şêwirmendê Erdogan li ser ‘pêvajoyeke nû ya çareseriyê’ daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got “Pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne û nabe jî.”

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Mehmet Uçum li ser gotegotên derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê de daxuyaniyek belav kir.

Mehmet Uçum diyar kir ku pêvajoya çareseriyê nîne û anî ziman:

“Ji DEM Partiyê hat xwestin ku bibe partiya Tirkiyeyê.

Heger ev vebijêrk neyê nirxandin dê were tesfiyekirin.

DEMê gotibû em yekane partiya Tirkiyeyê ne.”

Uçum derbarê gengeşeyên pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê ne wekî demên berê ne jî bi awayekî nû pêvajoya çareseriyê nabe.

Şêwirmendê Erdogan, Mehmet Uçum her wiha da zanîn:

“Heger DEM di warê civakî û siyasî de derfeta jiholêrakirina parêzbendiya terorê ji bo xwe nenirxîne yan jî vê derfetê îstîsmar bike, wê demê wesayeta terorê ya ku bi rêya DEMê di Parlamentoya Tirkiyeyê de tê meşandin, dê bi qanûnê were tasfiyekirin. Ev rastiyek e.

Bi vî awayî heger wesayeta terorîzmê ji holê were rakirin, dê Parlamentoya Tirkiyeyê Destûreke ku li sedsala duyemîn a komarê û sedsala Tirkiyeyê tê, bi avakirina prensîb û destkeftên demokratîk ên li ser çar madeyên yekem bi awayekî xurtir û berfirehtir pêk bîne.

Divê ti kes vê derfeta dîrokî ji dest nede û piştguh neke.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvajoyeke nû” dest pê kir û vê hefteyê jî rojeveke sereke ev mijar e.