Otobuseke rêwiyan qulibî: 6 mirî, 20 birîndar

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Otobus Aksaray Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Aksarayê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan wergeriya, 6 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Aksaray-Enqere otobuseke rêwiyan ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn qulibî.

Gelek ambulans, polîs û îtfaiye çûn cihê bûyerê.

Li gorê zanyariyên destpêkê di qezayê de 6 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst