4 wezîrên Rûsya, Îran, Azerbeycan û Ermenistanê dê bi Erdogan re bicivin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rûsya Îran Azerbeycan Ermenistan Tirkiye Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Îran, Azerbeycan û Îranê dê îro li Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicivin.

Ew di çarçoveya civîna Platforma Hevkariya Herêmî ya Kafkasyaya Başûr de bi serdanekê diçin Tirkiyeyê.

Her çar wezîr dê li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçi, Wezîrê Karên Derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan îro saet 16:00 an dêî bi Erdogan re bicivin.

Hevdîtina Erdogan a bi çar wezîran re dê li Ofîsa Serokkomariya Tirkiyeyê ya li Dolmabahçeyê bi rê ve biçe.

Wezîrên 4 dewletan dê di çarçoveya civîna Platforma Hevkariya Herêmî ya Kafkasyaya Başûr de li Stenbolê bicivin û bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan civîna sêyemîn a platformê saz bikin.

Civîna yekem a Platforma Hevkariya Herêmî ya Kafkasyaya Başûr meha Kanûna Paşîna 2021ê li Moskowê û civîna duyem jî Çiriya Pêşîna 2023yan li Tehranê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst