Li Edeneyê xwepêşandanên Xezeyê: 2 polîs birîndar bûn

18-10-2023
Nîşan Xeze Nexweşxane Êriş Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êrişa li nexweşxaneya Xezeyê, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin.

Ev êriş li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê jî hat protestokirin.

Di xwepêşandanan Edeneyê de 2 polîs birîndar bûn.

Girseya welatiyan bi alên Filistînê, li ber konsulxaneya Amarîkayê ya Edeneyê kom bû.

Sazî û dezgehên sivîl jî di çalakiyê de cih girt û wan daxwaza bidawîanîna êrişan kir.

Piştî axaftinan, komekê kevir avêtin konsulxaneyê û wan xwest bikevin hundir.

Polîsan rê li ber wan girt û du polîsên ku midaxeleyî girseyê kir bi keviran birîndar bûn.

Tîma polîsan piştî demekê xwepêşanderên li ber konsulxaneyê belav kirin.

Çi bûbû?

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Gelek welat û saziyên navneteweyî da zanîn ku Îsraîlê ev êriş encam daye.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev îdia red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst