Mêşvanên Bakurê Kurdisanê ji buhayê hingiv ne razî ne

18-10-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mêşvan Bakurê Kurdistanê Hingiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal ji ber barîna zêde ya axê û keşûhewayê xirab berhemê mêşvanên Bakurê Kurdistanê jî kêm bû. Li aliyê din keşeyeke sereke ji bo mêşvanên li Bakurê Kurdistanê ew e ku berhemên wan kêm tên naskirin. Mêşvan jî ji bo ku berhemên xwe zêdetir bidin nasandin li Enqerê beşdarî pêşengehan dibin.

Li gorî amarên Wezarata Kiştûkalî ya Tirkiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê salane derdora 100 hezar ton hingiv tê berhemanîn û Yirkiye di mijara berhemanîna hingiv de di asta cihanê de piştî welatê Çînê di rêza duyem de ye. Pişka bajarên Bakûrê Kurdistanê jî di berhemê hingivî de cihekî taybet digire. Bi taybetî hingivên bajarên weke Colemêrg, Çewlîk, Bilîs û Qersê bi nav û bang in.

Mêşvan Saît Erçîn got “Ya rastî bihayê hingivê me yê herêma Şemzîna, Gever, Colemêrg û Çelê ne 3 hezar û nîv in. Herî kêm pêwîste bihayê wî 7 heta 9 hezar lîre be, ji ber ku hingivê me hingevekî  gellek baş e. Ji bo zozanan û gulên heyî asta prolîna hingivê me ji hezar dereca kêmtir nabe.”

Beşek mêşvanên ji Bakurê Kurdistanê îsal li paytextê Tirkiyê Enqerê beşdarî pêşengeha berhemên mêşan bûn. Mêşvanên Kurd hewil didin ku bi saya pêşengehan berhemên xwe zêdetir bidin nasandin.

Mêşvan Xalid Duman dibêje “Bereketa Xwedê zehf e. Lê di şertên Tirkiyê de xercên me gellek zêde bûne. Mêşvan ji ber xercên veguastin, mazot û kelûpelên pêwîst zor û zehmetiyan dibînin ji ber ku her tişt gellek biha bûye.”

Îsal li Bakurê Kurdistanê kîloya hingivê xilêfan ji 400 lîreyan hingivê kovanan jî di navbera 250 heta 300 lîreyan tê firotin. Lê li gorî kalitiyê xwe hingivên ku kîloya wî digehe hezar lîreyan jî hene.

Serokê Yeketiya Mêşvanên Cewligê Elî Ayal diyar kir “Hingivê me gellek bi kalîte ye. Em dikarin bêjin di asta cihanê de yekem e. Em hingivê parzinî derdora 200 lîreyan difiroşin em dibêjin bila xelk nas bike. Em dixwazin reklama Cewligê bikin loma em hingivê parzinî 200 lîreyan, hingivê xilêfan 350 heta 400 lîreyan didin. Hemû dinya qîmeta hingivê me dizane lê mixabin li welatê me bi xwe qîmeta hingivê me nayê zanîn.”

Di pêşengeha îsal de li bajarê enqerê ji bilî bajarên bakurê kurdistanê beşek zêde bajarên Tirkiyê jî beşdar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst