Amerika û 9 dewletên din daxwaza berdana Osman Kavala kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Enqerê ya Amerikayê û konsolxaneyên li Tirkiyê di 4emîn salvegera girtina karsa Osman Kavala de peyamek belavkirin û ji Tirkiyê xwestin ku wî azad berdin.

Balyozxaneyên Almanya, Amerika, Denimarka, Finlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kenede, Norwêç û New Zeland di 4emîn salvegera girtina Osman Kavala de  bi armanca azadkirina wî peyameke hevbeş belav kirin.

Di peyamnê de bang li li Tirkiyê tê kirin karsaz Osman Kavala bê berdan.

Balyozxaneyên welatên navborî di peyama xwe de amaje bi wê yekê dikin ku girtîmayîna Kavala li Tirkiyê bo serdestiya hiqûq û demokrasiyê  kiryareke neyînî ye û dibêjin: “Di ser girtina Osman Kavala re 4 sal derbas bûn. Ji ber doza heyî ligel çend dozên din tên yekkirin û piştî biryara azadkirinê jî dîsa dozên nû tên vekirin, ev dema girtinê dirêj dibe. Ev jî zerar dide rêzgirtina ji demokrasiyê re, rêgezên zelalbûnê û dewleta hiqûqî yên sîstema dadê ya Tirkiyê.”

Di peyamê de tê gotin: “Em wek Balyozxaneyên Almanya, Amerika, Danimark, Finlanda, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norwêc û New Zeland hêvî dikin ku Tirkiye bi awayeke lihevhatî ligel berpirsiyartiyên xwe yên navdewletî û qanûnên xwe yên netewî vê doze bi dadwerî û bilez encam bike. Li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê ku derbarê vê dozê hatine dayîn bo Osman Kavala di cih de bê berdan em bang li Tirkiyê dikin.”

Karsaz û çalakvan Osman Kavala ku ji sala 2017an ve ji ber “çalakiyên Parka Geziyê” li girtîgeha Silivrî girtî ye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji bo serbest berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala û hilweşandina biryara girtina wan heta 30yê Îlonê dem dabû Tirkiye.

Herwiha komîteyê daxwaza berdana Osman Kavala jî kiribû û biryar da ku heta rûniştina meha Kanûnê ya dadgehê li benda berdana Kavala bê sekinandin.