Mîthat Sancar: Em bernadin vê meydanê

18-10-2020
Rawîn Stêrk
Hevserokê HDPê di merasima îro ya li Stenbolê de ya bi helkefta 8. salvegera damezrandina wê partiyê de. Wêne: Rûdaw TV
Hevserokê HDPê di merasima îro ya li Stenbolê de ya bi helkefta 8. salvegera damezrandina wê partiyê de. Wêne: Rûdaw TV
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). 8mîn Salvegera damezrandina xwe li Stenbolê bi merasîmekê pîroz kir. Merasîma ku di ber siya corona û givaşên heyî yên li ser wê partiyê de derbas bû, cara ewil hevsorekek HDP axaftina xwe bi Kurdî kir. Mithat Sancar Hevserokê HDP bi kurdiyeke zelal bang li beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya zimên. Merasîma pîrozbahiyê bi beşdariyeke kêm û bê govend birêve çû.

Givaşên siaysî, astengiyên emnî, girtin û krîmînalîzekirin, Partiya Demokratîk a Gelan ku 8 sal berê hatibû avakirin, di ber siya van rasityan de salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

Bi boneya wê yekê li Stenbolê bi beşdariya herdû hevserokan HDP merasîmek lidarxist. Him li dora cihê merasîmê him jî li hundir balkêş bû ku tedbîrên emnî gelekî lawazbûn. Lê tedbîrên corona, hejmara beşdaran kêm kir. Herdû hevserokên HDPê di axaftinên xwe de peyama berxwedaneke xurttir dan. Lê Mîthat Sancar bi axaftina xwe ya kurdî, bal kişand ser xwe û zimanê Kurdî.

Mîthat Sancar di gotara xwe de got: “Em bernadin vê govendê. Em bernadin vê meyadnê. Bi salane dixwazin HDP têk bibin. Ji ber vê heval, rêvebir, hevserok û nûnerên me têne girtin. Lê ewê nikaribin biserkevin.”

HDP demeke dirêj e bêyî givaşên desthilatê di nava xwe de jî tuşî hin nîqaşan bûye. Bi taybetî parlementerê berê Altan Tan û Hevşaredarê Qersê yê girtî û ji pêywira xwe dûrxistî aliyekî wan nîqaşan eşkere kirin. Gelo HDP li keviya çatirêyeke çawa ye?

Sarûhan Olûç, berdevkê berê yê HDPê derbarê wê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “HDP beriya 8 salan bi qêrîna rêwitiya hêviyê hat damezrandin. Demokrasî, azadî û aştî yekemîn weadên HDPê ne û hîna jî wisa ne. Helbet me rojên baş jî dîn û rojên gelekî ne baş jî hatin serê HDP. Lê HDP dev ji têkoşîna xwe berneda. Gelek berdêl hat dayîn lê em ji rêya xwe derneketine. Bi taybetî helwêsta gelê kurd dike ku HDP li ser piya bimîne. Ew jî dike ku bîrdoziya HDPê her berdewam bike.”

HDP tevî hemû astengiyan jî sêyemîn partî ye li tevahiya Tirkiye û di hemû hilbijartinan de jî rolekî krîtîk li xwe digire. Lê ji ber girtinên girseyî kadroyên xwedan tecrûbe jidest çûne. Tişta ne zelal ew e bê ka HDP hêza xwe ya diparêze yan ji bo biparêze çi dike.

Cîgirê Hevrokên HDPê, Azad Bariş diyar kir: “Ew rola me her roj hîn zelaltir dibe û cihekî gelekî mezin û pêwîst digire. Bêyî me siyaseta Tirkiye wê ji vir û pê ve jî nikaribe bimeşe. Çiqas êrîşên mezin li serê kurdan qewimîne ewqas jî serhildanên mezin çêbûne. Ew vê diyalektîkê nabînin. Çiqas ew dora me dipêçin em ewqas xurt dibin.Her ku êrîşên wan dijwar dibin em ewqasî xurt dibin.”

Di axaftina herdû hevserokan de peyama ku herî zêde li pêş bû berxwedaneke mezintir û avakirina komareke demokratîk bû. Lê ji ber corona govend qedexe bû û beşdaran ew kelecan negerandin. Li aliyê din atmosfera berê ya di merasîmên wiha de jî li vê salonê nedixuya. Bêguman yek ji sedemên wê girtina nêzikî 20 hezar endam, parlementer, şaredar, hevserok û nûnerên wê partiyêne di nava 8 salên dawîn de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst