HDP 27ê Mijdarê kongreya awarte li dar dixe

18-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve û bo hilbijartinên sala 2014an ên Tirkiyê hatiye avakirin, dê roja 27ê Cotmehê kongreya xwe ya awarte saz bike.

Li gorî ajansa DÎHAyê, encamnameya civîna meclisa giştî ya HDK û meclisa HDPê ya ku roja 12ê Cotmeha îsal li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatibû sazkirin, hat eşkerekirin.

Li gorî encamnameya civînê, HDK dê roja 26ê cotmehê li paytext Enqerê civîna xwe saz bike û roja 27ê mehê jî li hem bajarî kongreya awarte ya HDPê jî were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hikûmeta AKPê di siyaseta xwe ya li hember Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de îflas kiriye û heta niha jî alîkariyê dide komên îslamî yên radîkal ên mîna Cebhet el Nusra û El Qaîdê û hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne.

Di beşek din a daxuyaniyê de behsa pakêta demokrasiyê ya hikûmeta AKPê jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Pakêt bersiva xwestekên welatiyên elewî û kêmîneyên ayînî nade. Rengên cudahiyên kulturî nayên dîtin. Hikûmeta AKPê bi vê pakêta xwe dîsa nîşan da ku di pirsa kurd, pirsên kedê, azadiya raman û rêxistin û çapemeniyê de li ser înkar û asîmîlasyon û serkutkirinê rijd e.”

Partiya Demokratîk a Gelan, meha Gulana îsal ji aliyê HDKê ve hat damezirandin lê heta niha bi fermî nehatiye ragihandin. Hat zanîn, roja 10-11ê Mijdarê dê HDPê bi fermî were ragihandin. Prof.Dr. Fatma Gok û Yavûz Onen wek hevserokên HDPê hatine destnîşankirin û encumena serokatiya partiyê jî ji 74 kesan pêk tê.

Tê gotin, HDPê dê li deverên rojavayê Tirkiyê û li derveyî deverên kurdî beşdarî hilbijartinan bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst