Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin an mêr zêdetir dijîn?

Hewlêr (Rûdaw) – TUÎKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin ji mêran zêdetir dijîn.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) encamên rapora xwe ya bi navê “Tabloya Jiyanê ya 2021-2023yan” belav kirin.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2023yan de dema jiyanê ya ku tê çaverêkirin 77,3 sal in.

Ev rêje di salên 2020 û 2022yan de 77, sal bûye.

Her wiha parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di warê jiyana dirêj de bi 80,8 salan di rêza yekemîn de ye.

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin ji mêran pirtir dijîn û di navbera salên 2021 û 2023yan de dema jiyana jinan 80 sal bûye ku beriya wê 80,3 bû.

Her wiha di heman demê de ji bo mêran dema jiyanê 74,7 sal bûye.

Di Tabloya Jiyanê de parêzgehên ku dema jiyanê lê herî zêde ye parêzgehên Dêrsim, Şirnex û Mêrdînê ne, ya ku dema jiyanê lê herî kêm e jî Kilîs e.

Tabloya Jiyanê ya TUÎKê:

Parêzgehên dema jiyanê lê herî zêde

Dêrsim: 80,8 sal

Şirnex: 79,7 sal

Mêrdîn: 79,7 sal

Parêzgehên dema jiyanê lê herî kêm

Kilîs: 76,1 sal

Dîlok: 76,2 sal

Edene: 76,8 sal