Emîne Şenyaşar vê carê li ber parlamentoyê li edaletê digere

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Emîne Şenyaşar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Emîne Şenyaşar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Emîne Şenyaşara ku çavên wê tijî ji rondik in û xwe bi dermanan li ser pêyan digire li ber Parlamentoya Tirkiyeyê li edaletê digere.

Emîne Şenyaşar piştî nobeta xwe ya 124 rojan a li ber deriyê Wezareta Dadê niha jî li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê nobeta edaletê digire.

Rojane xelkê sivîl û parlamenter di ber wê re derbas dibin û ew dike hawar û dibêje `Kurê min berdin.`

Wezîrê berê yê dadê û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş soz dabû ku kurê wê bê berdan lê heta niha jî kurê wê girtiye.

14ê Hezîrana sala 2018an dema bangeşeya hilbijartinan de hievjînê wê Hecî Eswet, kurên wê Adil û Celal li Rihayê ji aliyê merivên Parlamenterê AK Partiyê Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar ji vê rojê heta niha li edaletê digere.

"Li nexweşxaneyê li wan xistin"

Emîne Şenyaşarê got, "Dêya wan nemîne. Laşê wan hemûyan berdan erdê, birin li nexweşxanê kuştin.

Hecî kuştin her du zar jî kuştin. Hema bi bîrin ve birin.

Yên ku baş bûn bi xwe çûn nexweşxanê li vir lê xistin.

Ev (behsa Ferît Şenyaşar dike) bi pêyatî çû. Li hemûyan xistin.

Got 'Li min xistin ez bi teqla avêtim. Fikir kirin ku ez jî mirime û çûn.'"

Di heman bûyeran de birayê Parlameneterê AK Partiyê Mehmet Şah Yildiz jî hat kuştin.

Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşarê Fadil Şenyaşar hat girtin û 37 sal û  9 meh ceza lê hat birîn.

"Kurê min berdin em jî herin mala xwe"

Emîne Şenyaşar wiha pê de çû, "Ez dixwazim, dibêjim kurê min berdin. Bes e!

Erdogan Xwedê rehmê bide hundirê te û hundirê Emîneyê (Mebest jê hevjîna Erdoganî Emîne Erdogan e).

Bes e! Wî kurî (Fadil) berdin em jî herin mala xwe, keçekê wî heye bûye 7 salî."

Emîne Şenyarê ji bo serbestberdana kurê xwe 846 rojan li ber deriyê Dadgeha Rihayê û 26 rojan li ber deriyê Wezareta Dadê nobeta edaletê girt.

Ew nêzîkî mehekê ye jî li hewşa Parlamenetoya Tirkiyeyê nobeta xwe didomîne.

"Dem çû wext derbas bû, gotinên xwe bi cîh neanîn"

Ferît Şenyaşarê kurê Emîne Şenyaşarê û Parlamenterê DEM Partiyê wiha axivî:

"Me got bila birayê me bê berdan û yên ku ev qetliam kiriye tawaneke li dijî mirovahiyê kirin bila bên girtin.

Me gotinên xwe ji Wezîrê Dadê re gotin. Wî ji me re got 'Temam hûn demê bidin min ez dê vê dozê çareser bikim.'

Dem çû wext derbas bû, gotinên xwe bi cîh neanîn."

Malbata Şenyaşaran û malbata Yildizan di dema bangeşeya hilbijartinên 2018an de pev çûbûn.

Ji ber bûyerê li birayê Parlamenterê AK Partiyê Enver Yildiz jî 18 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst