Li 4 bajaran 19 kes hatin destesekirin: Hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li 4 parêzgehên Tirkiyeyê bi hinceta "propaganda PKKyê" 19 kes hatin desteserkirin.
Buroya Lêpirsîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna dijî PKK û YPGyê de bi hinceta ku "endamên rêxistinê ne û li ser medyaya civakî propaganda kiriye" derbarê 23 kesan de biryara desteserkirinê da ku ji wan 6 kes biyanî ne.
Li ser vê yekê tîmên Rêveberiya Îstîxbarat û Fermandariya Cendirmeyan li parêzgehên Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Konyayê operasyonên hevdem kirin.
Di encama operasyonan de 19 kes hatin desteserkirin.
Her wiha ji bo desteserkirina 4 kesên din jî operasyon berdewam dike.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê 4 xizmên wan kesên biyanî yên desteserkirî birine Navenda Vegerandinê.