Li 44 bajaran operasyon: 293 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Operasyon Narkoçelîk Tirkiye Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Narkoçelîk-39"ê da 293 gumanbar hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Enqere, Stenbol û Îzmîr jî di nav de li 44 parêzgehan operasyonên "Narkoçelîk-39"ê hatinkirin.

Yerlîkaya destnîşan kir ku di operasyonan de 470 kîlogram madeyên hişbir û 4 milyon û 945 hezar û 832 hebên hişbir hatin bidestxistin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku di operasyonan de 293 gumanbar jî hatin desteserkirin.

Yerlîkaya di heman demê de eşkere jî kir ku 681 ekîb, 1876 personel, 9 wesayîtên asmanî û 26 kûçikên narkotîk beşdarî operasyonan bûne.

Bi gotina Yerlîkaya ew operasyon di koordîneya Serokatiya Dijî Sûcên Narkotîk a Birêveberiya Ewlehiya Giştî de hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst