Karkerên Polonezê 60 roj in li pey mafên xwe ne

Stenbol (Rûdaw) - Karkerên ku ji kar hatibûn avêtin ev zêdeyî 60 rojî ye ku li navçeya Çatalcayê ya Stenbolê di grevê de ne.

Karker bi sedema ku bûne endamê sendîkayê ji karê xwe hatibûn avêtin lê di fermiyetê de wekî hincet, ‘dizî’ hatiye nîşandan.

Polîsan di vê heyama grevê de gelek caran midaxale kiriye û hinek ji wan birîndar bûne.

Karker bi israr çalakiya xwe didomînin da ku li karên xwe bên vegerandin û mafên wan jî werin dayîn.

Li hêla din, ne tenê li Çatalcayê lê li nêzîkî deh deverên din ên Stenbolê bi heman sedemê karker di grevê de ne.

Yusuf Altintaşê du salî ji bo piştgiriya bavê xwe li vê meydanê ye. Tevî dayîka xwe li meydana Çatalcayê ya navçeya Stenbolê ew du meh in rûdine da ku piştgiriya bavê xwe bike.

Bavê wî Huseyîn piştî xebata xwe ya çendîn salan ji kar hatiye avêtin û tevî hevkarên xwe di grevê de ye.

Lê li hêlekê jî birîndar e ji ber ku di dema midaxaleyê de polîsan parsûyên wî şikandine û bi zehmetî li ser xwe disekine.

“Zarok biçûk e nikarim pêdiviyên wî dabîn bikim”

Karker Huseyîn Altintaş got:

“Ew 5 sal in ku ez li febrîqeya Polonezê kar dikim. Xaniyê min kirê ye û di malê de tenê ez karkir im.

Em bi kod 46ê avêtin û tawana diziyê li me kirin. Ez gelekî zehmetiyê dibînim.

Zarok biçûk e nikarim pêdiviyên wî dabîn bikim. Nikarim debara malbata xwe bikim.”

“Çûn û hatina vir bi zarok ve zehmet e”

Ayşe Altintaşa hevjîna Huseyîn jî got:

“Bivê nevê em zehmetiyan dibînin. Em pirsgirêkên derûnî dibînin. Hevjînê min hat avêtin.

Em di kirê de rûdinin. Çûn û hatina vir bi zarok ve zehmet e lê ez dixwazim piştevaniya wî bikim.”

Fabrîqeya bi navê Polonezê ya ku xwediyê wê yekî Urdunî ye, beriya du mehan piştî ku bûn endamên sendîkayê 146 karker ji kar avêtin.

Tevî danûstandinên wezaret, parêzger û qeymaqamê navçeyê karker careke din nehatin wergirtin û wan jî pêşî li ber fabrîqeyê dest bi grevê kir.

Lê ji ber ku ew der li wan hat girtin çalakî li ber qeymaqamtiyê berdewam dike.

“Tu dibêjî qey li wê derê em neheq in”

Serokê Sendîkaya Tek Gida Îşê Mustafa Turkel jî got:

“Rayedarên dewletê bi ti awayî daxilî mijarê nabin. Tu dibêjî qey li wê derê em neheq in.

Midaxaleya doh jî îsbata vê bû. Em li wir ji kar hatine avêtin, ma qey em dê bêdeng bimînin.”

Karker Ayla Erdalê jî got:

“Milê min ji ber lêdana polîsan wiha bû. Wan bi awayekî tund midaxale kir û em paşpêlkî hatin kelemçekirin.

Miameleya terorîstan bi me kirin û em 4 seatan wisa gerandin.”

“Tezmînatên me jî nedan”

Karker Hanim Tendenê jî da zanîn ku ew 8 sal in ez li wê fabrîqeyê dixebite û got:

“Ji ber ku em bûne endamên sendîkayê em ji kar der kirin û tezmînatên me jî nedan.

Karkerên ku beşeke wan Kurd in tenê ne ji kar hatine avêtin lê mafên wan yên heyî jî nayên dayîn.

Di vê heyama ku di grevê de ne jî çendîn caran polîsan midaxaleyî wan kir û gelek caran bi dar û kelemçeyan hatin destgîrkirin.

Lê karker bi israr in da heta ku ew li karên xwe venegerin dê çalakiya xwe bidomînin.