Cenazeyê neviyê xwe di qutiya piskewîtan de wergirt!

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Cenaze Qutiya Piskewîtan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yaşar Koçê ku cenazeyê neviyê xwe di qutiya piskewîtan de wergirt, giliyê rêveberiya nexweşxaneyê kir.

Ozlem Koça ku ducanî bû, 15ê Îlonê çû Nexweşxaneya Zanîngeha Celal Bayarê ya Manîsayê.

Di kontrola hat kirin de derket holê ku zarok di zikê wê de miriye.

Li gorî tê îdiakirin zarokê mirî ji zikê dêya wî hatiye derxistin û ji bo binaxkirinê di qutiya piskewîtan de rastestî bapîrê wî hatiye kirin.

Li gorî nûçeya DHAyê babîrê zarok, Yaşar Koç piştî karûbarên binaxkirina cenaze çû navenda polîsan û giliyê rêveberiya nexweşxaneyê kir.

“Wan neviyê min di qutiya piskewîtan de da min”

Yaşar Koç diyar kir ku ev nêzîkatiya nexweşxaneyê êşa wî zêdetir kiriye û got:

“Wan neviyê min di qutiya piskewîtan de da min. Ez gelekî xemgîn bûm. Ger wisa biçe dê zarokên xelkê bixin kîsê çopê û bidin wan.

Li vî welatî mafê ajelan heye, qet nebe bila mafê neviyê min jî hebe. Ger torbeyê cenazeyan tunebûya dikarîbûn xebera min pê bixistana.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst