MAZLUMDERê bi daxuyaniyekê pişta Sezgîn Tanrikulu girt

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan MAZLUMDER Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hevkariyê ya Mafên Mirov û Mezlûman (MAZLUMDER) bi daxuyaniyekê pişta Sezgîn Tanrikulu girt.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu berî çend rojan di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkûjiyên artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê kiribû.

Sezgîn Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan hatine piştrastkirin.

Tanrikulu ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilat û beşeke mixalefeta Tirkiyeyê.

Komeleya Hevkariyê ya Mafên Mirov û Mezlûman (MAZLUMDER) bi daxuyaniyekê piştgirî da Sezgîn Tanrikulu û ragihand:

“Gotinên Sezgîn Tanrikulu di çarçoveya azadiya raderbirînê de ne.”

“Parêzbendiya ti saziyekê nîne”

MAZLUMDERê di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:

“Ti saziyek ji rexneyê ne azad e. Gotinên Tanrikulu serdemeke dîroka Tirkiyeyê nîşan didin. Gotinên bi vî awayî di demên cuda de ji aliyê kes û saziyên cuda ve hatine gotin.

Ti saziyek ji rexneyê ne azad e û parêzbendiya ti saziyekê nîne. Erka desthilatê ne ew e ku beşdarî kampanyaya lîncê bibe.

Berovajî vê, divê ji bo dabînkirina vî mafî ji her kesî re derfetê saz bike.

Daxuyaniyên berpirsên bilind ên dewletê zererê didin mafê darizandina dadmend.

Mînakên binpêkirina azadiya raderbirînê di demên dawî de zêde bûne. Di dewleteke hiqûqê de ku rêz li mafê mirovan tê girtin, ti kes û sazî ne li derveyî rexneyê ne.”

MAZLUMDERê destnîşan kir ku ew êrişên sîstematîk ên li dijî azadiya raderbirînê şermezar dikin.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu yên li ser artêşa Tirkiyeyê fezleke amade kiribû û şandibû Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst