Rojnameger û akademîsyen behsa ‘Pirsgirêka Tirkiyê ya Azadiya Çapemeniyê’ kirin

18-09-2022
Omer Sonmez
Nîşan Rojnameger Akademîsyen Tora Piştevaniya Rojnamegeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), li bajarê Stenbolê bi sernavê, ‘Pirsgirêka Tirkiyê ya Azadiya Çapemeniyê’ komxebatek lidar xist. Di komxebatê de rojnameger û akademîsyen, li ser mijarên wek li Tirkiyê rewşa azadiya çapemeniyê, ‘yasaya sosyal medyayê’, pirsgirêk û şertûmercên xebatê yên rojnamegeran, rojnamegeriya serbixwe û çavjkaniyên fînansî û di medyayê de mijara etîk û nîjadperestiyê gotar pêşkêş kirin.

Tora Piştevaniya Rojnamegeran, li navçeya Şişli ya Stenbolê li Navenda Çandê ya Nazim Hikmetê bi sernavê, ‘Pirsgirêka Tirkiyê ya Azadiya Çapemeniyê’ komxebatek lidar xist.

Di komxebatê de rojnameger û akademîsyen, li ser mijarên wek li Tirkiyê rewşa azadiya çapemeniyê, ‘yasaya sosyal medyayê’ ku di rayagiştî ya Tirkiyê de wek ‘yasaya sansurê’ tê binavkirin, pirsgirêk û şertûmercên xebatê yên rojnamegeran, rojnamegeriya serbixwe û çavjkaniyên fînansî û di medyayê de mijara etîk û nîjadperestiyê axivîn.

Di beşa ewil a komxebatê de, bi moderatoriya rojnameger Nurcan Çalişkan, ‘Yasaya Sosyal Medyayê’ hat axaftin. Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û rojnameger Ahmet Şik, rojnameger Can Ertuna û hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok behsa naveroka ‘yasaya sosyal medyayê’, xetereyên li ser azadiya çapemeniyê û bandora wê ya li ser azadiya fikr û ramanê kirin.

“Bi vê yasayê eger heye her kes bê girtin”

Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik da zanîn ku ger ‘yasaya sosyal medyayê’ di meha Cotmehê de li Parlamentoyê bê qebûlkirin û wek yasa bikeve meriyetê wê bi xwe re tiştekî baş neyne. Şik di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Ev yasa dê bi xwe re tiştekî baş neyne. Lewra di vê yasayê de ji bo berjewendiya gel tu tişt tune ye. Her wiha bi vê yasayê eger heye ku her kes bê girtin.”

Rojnameger Can Ertuna jî bal kişand ser argumana desthilatê û got, “wê ev yasa dezenformasyonê zêde bike.”

“Dibe ku raporên îşkence û binpêkirina mafan di çaçroveya yasayê de bê astengkirin”

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok jî ragihand ku ev yasa wê bandora xwe bes nede ser rojnamegeran wê bi vê yasayê zor û zext li hemû bikarhênerên medyaya civakî bê kirin.

Ok di berdewamiya gotara xwe de wiha axivî; “Saziya me MLSA raporên binpêkirinên mafên rojnamegeran û dozên azadiya fikr û ramanî amade dike. Lê dibe ku xebatên me di çarçoveya yasaya dezenformasyonê de bê nirxandin û saziya me ji aliye Wezareta Dadê ve bê girtin. Her wiha, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê  (TİHV) raporên îşkenceyê belav dike. Wê ev rapor jî bikevin çarçoveya wê yasayê. Kılıçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyên gendeliyê belav dike. Wê ew vîdeo jî bikevin nav sînorê yasaya dezenformasyonê.”

Di beşa duyem a komxebatê de bi moderatoriya rojnameger İzel Sezer, mijara “Şertên Xebatê û Mafên Pîşeyî yên Rojnamegeran” hat axaftin.

Serokê DİSK Basın-İşê Faruk Eren û parêzera ji Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) Ülkü Şahin li ser şertên xebatê û mafên pîşeyî yên rojnamegeran gotar pêşkêş kirin û li ser girîngiya sendika û rêxistinbûna rojnameger û xebatkarên medyayê rawestiyan.

Di beşa sêyem a komxebatê de bi moderatoriya rojnameger Sezgin Kartal, mijara “Veguherîna Di Qada Medyayê de: Rojnamegeriya Serbixwe û Fînansmaniya Medyayê” hat nîqaşkirin. Rojnameger Atakan Sonmez, Çagri Sarı û Gokçer Tahincioglu li ser rojnamegeriya serbixwe û fînansmaniya medyayê fikr û ramanên xwe parve kirin.

Di beşa dawî ya komxebatê de bi moderatoriya rojnameger Derya Kap, mijara “Etîk û di Medyayê de Nîjadperestî” hat guftugokirin. Akademîsyen Prof. Dr. Yasemin Giritli İnceoğlu, Prof. Dr. Suleyman İrvan û Doç. Dr. Erkan Saka li ser rêzikên etîk yên rojnamegeriyê û di medyayê nîjadperestiya li hemberî kêmneteweyên nemisilman û li hemberî ol, netew û mezhebên din de gotar pêşkêş kirin.

“Di medyayê de nîjadperestî zêde dibe”

Akademîsyen Erkan Saka di medyaya Tirkî de behsa zêdebûna nûçeyên kîn, nefret û nîjadperestiyê kir û got, “Em dibînin ku nîjadperestî di roja îroyîn de xwe bi awayekî eşkere û bêhtir bi girseyî xwe nîşan dide. Mirov dikarin bibêjin ‘ez nîjadperest im’. Di heyama bê de ji xeynî nîjadperestiya heyî wê nîjadperestiyeke nû derkeve holê.”

“Tirkiye her diçe di warê azadiya çapemeniyê de bipaş dikeve”

Li gor Endeksa Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye îsal di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye û ev tê wateya ku Tirkiye hê jî di kategoriya xirab de ye.

Herwiha di raportê de tê gotin ku di 2021ê de ji ber çalakiyên girseyî yên dijî tûndûtîjiya dijî rojnamevanan, destkeftên di lêgerîna mafan de, biryarên erênî ku hinek dadgehan ji ber gûşarên zêde dabûn û kêmbûna girtina rojnamevanan Tirkiye hatiye rêza 149an.

Li gor amarên Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê di sala 2021ê de li Tirkiyê 241 rojnamevan hatine darizandin, 73 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek ku karê weşana radyoyê dikir hatiye kuştin û 115 rojnamevan rûbirûyê êrişên fîzîkî bûne.

Li Tirkiye 65 rojnamevan girtî ne û bi vî awayî li cîhanê piştî Çînê welatê ku herî zêde rojnamevan lê di zindanê de ne Tirkiye ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst