Li Bayburtê li dijî karkerên Kurd êriş pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kurd ên wekî karkerên demsalî ji Amedê çûne Bayburtê bixebitin, rastî êrîşa komekê hatin.

Vîdeoya êrîşa ku 16ê Îlona 2021ê li Bayburtê li dijî karkerên demsalî yên ji Amedê çûne wî bajarê Tirkiyê pêk hatî, li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Di dîmenan de, tê dîtin ku cendirme ji bo destêwerdana êrişê dike, lê nekarine rê li ber êrişê bigirin û gule ber bi hewayê ve reşandine.

Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya bi ser Komeleya Mafên Mirovan ÎHD) ve ragihan ku "Karkerên Kurd ên demsalî ku ji Amedê çûbûn Bayburtê rastî êrîşa komekê hatin."

Li aliyê din Sendîkaya Înşaatê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenên derbarê êrîşê de parve kir û nivîsandiye: “Di encama êrîşa nîjadperestî ya li dijî karkerên Kurd ên demsalî ji Amedê çûbûn Bayburtê de, gelek karker birîndar bûn."

Derbarê heman êrişê de HDP Emekê jî li ser hesabê xwe yê twitterê dibêje: "Em ji welatiyên xwe yên wekî karkerên demsalî ji Amedê ji bo kar çûne Baybûrtê û di encama êrîşa nîjadperestî de birîndar bûne re şîfayê dixwazîn. Em vê têgihiştina nijadperest a ku di encama zimanê nefretê yê ji hêla rejîma qesrê ve hatî pêşvexistin de şermezar dikin.”