Pisporê hilbijartinan: Dibe ku hilbijartin dîsa were dubarekirin

18-09-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rêvebirê şirketa lêkolînan Metropollê Prof. Dr. Ozer Sancar got, ew hêvî nake ku encamên hilbijatinên giştî yên di 1ê Mijdarê de ji yên 7ê Hezîranê cudatir be, dibe ku cara 3yemîn hilbijartinên Tirkiyeyê yên giştî were dubarekirin.

 

Prof. Dr. Ozer Sancar ji televîzyona Deutsche Wellê ya almanî re diyar kir, rêjeya dengên AK Partiyê derdora ji sedî 41-42yê ye.

 

Sancar wiha got: “Di 3 mehên vê dawiyê de ji bo AKPê ti guhertin çênebûne. Lê CHPê ji bo helwesta xwe ya erênî di dema hevdîtinên bo avakirina hikûmetê de rêjeya dengên ji sedî 25 kiriye ji sedî 27,3yê. Herwih rêjeya dengên MHPê jî puanek ketiye.”

 

Sancar amaje kir ku şer û pevçûnan bandorek berçav li rêjeya dengên AK Partî û Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) nekirine.

 

Rêvebirê şirketa Metropollê derbarê dengên HDPê de jî wiha got:

 

“HDPê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê rêjeya dengên xwe zêde kiribû. Lê ji ber êrişên PKKê dîsa kêm bûn û hat asta ji sedî 13yê. Niha ti pirsgirekên wê yên derbaskirina benda hilbijartinê nîne. Herwiha dibe ku nêzîk dema dilbijartinê rêjeya dengên xwe zêde bike.”

 

Li gorî nêrîna Sancar, hinek tirkên di hilbijartina borî de dengên xwe dayîn HDPê dê vê cara bidin CHPê, lê şûna wê hinek kurdên din dê dengên xwe bidin HDPê.

 

Derbarê encama hilbijartinên 1ê Mijdarê de jî Sancar wiha got: “AKPê dê dîsa serê xwe nebe desthilatdar. Ji ber ku MHP, HDPê red dike be mimkûn e hikûmeta dijbereyê jî were avakirin. Erdogan jî dê bi hikûmeta kêmaneyî hewl bide cara 3yemîn dîsa hilbijartina were dubarekirin. Ji ber vê yekê dibe ku di sala 2016an de dîsa hiljartinên giştî were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst